Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike 2022-05-12 16:04:41 STENBOL - Xizmên girtiyan di hefteya 8’emîn a Nobeta Edaletê de bi lêv kirin ku heta ku edalet pêk were dê nobeta wan berdewam bike.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê dane destpêkirin di hefteya 8’emîn de berdewam dike. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû piştgirî da malbatan.    Polîsan malbatên girtiyan ên xwestin li vê derê daxuyaniyê bidin hewldan bi hêceta qedexeya Qeymeqamtiya Kagithaneyê asteng bikin. Li ser vê yekê parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bertek nîşanî astengkirina polîsan da.    BILA RAYEDAR DAXUYANIYÊ BIDIN   Yek ji xizma girtiyan Fînce Akman diyar kir ku her hefte çalakiya Nobeta wan a Edaletê tê astengkirin û wiha got: “Em tên vir hûn her carê îşkenceyê li me dikin, me çi li we kiriye? Êdî bes e. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Evqas bêwijdan nebin. Em dayik in û mirov in. Em ji we bêzar bûn. Serokkomar, Wezîrê Edaletê, Wezîrê Tenduristiyê li ku ye? Em dixwazin ew daxuyaniyê bidin. Em ê her hefte werin vê derê. Ji ber ku zarokên di girtîgehan de dimirin. Em êdî nikarin ji malê rakevin. 13 darbest ji girtîgehan derketin.”   ‘EM Ê LI VIR BIN’   Yek ji xizma girtiyan Kumru Akgul jî bertek nîşanî astengkirinan dan û wiha got: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Me rehet berdin. Bi sedan polîs ji 4 dayikan re dibin asteng. Heta ku edalet pêk were em ê li vir bin.”   ‘LI DIJÎ QANÛNAN E’   Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû yê di nobetê de mafê axaftinê girt jî diyar kir ku girtîgeh kirine dojeh û her cure binpêkirinên mafan li girtîgehan heye. Pîroglû, bi lêv kir ku girtî terkî mirinê hatine kirin û anî ziman ku girtîgeh xwe têxin şûna dadgehan û înfaza girtiyan dişewitînin. Pîroglû, da zanîn ku berdana girtiyên ku 30-35 sal in girtî ne tê astengkirin û wiha axivî: “Hema bêje ATK di rola Azraîl de ye. Destûr nade ku girtiyên li ber mirinê bên berdan. Wan wesfa xwe ya bijîşktiyê winda kiriye. Weke dadgeheke Nazî û weke bijîşkekî dixebite. Bi her îmzeya diavêjin mirinê îmze dikin. Desthilat û ev saziyên ku jê re dibêjin qesra edaletê tenê zilmê dikin. Bila bê zanî nku heta ku girtiyên nexweş bên berdan û mafên xwe yên mirovî bi dest bixin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta ku mirin bisekinin, heta ku berdan çêbibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dayik li vir in em li vir in.”