TÛAYDER diçe kongreyê 2022-05-12 15:55:33   AMED - Nûnerên TÛAYDER'ê, ji bo kongreya xwe ya ku wê di 14'ê gulane de pêk bînin banga tevlîbûnê kirin û ev tişt gotin: "Ji bo xwedî derketina li girtîgehan li benda gelê xwe ne ku bên kongreyê."    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAYDER) a Amedê, wê di 14'ê gulanê de bi şîara "Bi rihê berxwedanê yê zindanan em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin" 3'yemîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Hevberdevkên Kongreya TÛAYDER'ê Mehmet Bakir û Safiye Akdag, li avahiya şaxa TÛAYDER'ê ya Amedê civîna çapameniyê li dar xistin.    Hevberdevkên Kongreya TÛAYDER'ê Mehmet Bakir û Safiye Akdag, bang li herkesî kirin ku tev li kongreya wan ku wê di 14'ê gulanê de saet di 11.00'an de li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dar bixin, bibin.    Hevberdevkan got ku ji bo xwedî derketina li girtîgehan ew li benda gelê xwe ne ku bên kongreyê wan.