Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin 2022-05-12 14:25:06   AMED/WAN - Malbatên girtiyan îro jî li Amed û Wanê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê berdewam kirin. Malbatan diyar kirin ku çi dibe bila bibe dê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha bang kirin: “Pirsgirêka girtiyan ne tenê pirsgirêka malbatan lê ya tevahiya civakê ye. Divê her kes dengê xwe derxîne.”    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro li pêşiya Edliyeya Amedê dom kir.Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di çalakiyê de amedê bûn.    Di çalakiyê de ji ewil yek ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî axivî. Mervanî, diyar kir ku pirsgirêka girtiyan ne tenê pirsgirêka malbatan lê pirsgirêka hemû civakê ye û wiha domand: “Em ê her tim daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Kesên xwedî wijdan bila dengê me bibihîzin. Ev pirsgirêk, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye.”    ‘QEZEBÊ DAYIKAN NEŞEWITÎNIN’   Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî diyar kir ku zext û tundiya li ser girtiyan hêj berdewam dike û daxwazên wan nehatine bicihanîn. Ada, bal kişand ser giringîya dayikan û wiha pê de çû: “Em dibêjin bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Sê caran infaza zaroka me şewitandine. Di demên berê de dema dayikan laçikên xwe di avêtin erdê, doz çareser dibûn. Em dayikin lê çima dengê me nayê bihîstin? Em laçikên xwe diavêjin erdê û dibêjin bila ev doz çareser bibe. Em li ser rêça zarokên xwe ne û dibêjin ku edalet ji bo hemû cîhanê pêwîst dike. Bes bila kezeba me bişewitînin.”    Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.    WAN    Bi heman mebestê malbatên girtiyan ên li Wanê jî li pêşiya edliyeyê hatin ba hev. Di çalakiyê de dayika girtî Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr û dayika girtî Rojhat Aydin, Hamî Aydin beşdar bûn. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    ‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN’   Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Aslihan Tîmûr li pêşiya edliyeyê axaftineke kurt kir û diyar kir ku divê girtî bên berdan. Tîmûr, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bidomînin û edaletê bixwazin. Hûn çi dikin bikin lê ez ê heta zarokên me tên berdan ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”