Waliyên hin bajaran hatin guhertin 2022-05-12 09:10:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Biryarnameya guhertina cihê waliyan hat weşandin û waliyê Amed, Wan, Riha, Êlih û Şirnexê jî di nav de 20 walî hatin guhertin û 10 walî ji wezîfeyê hatin girtin.    Biryarnameya guhertina waliyan a bi îzmeya Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî ya îro de hat weşandin. Bi weşandina biryarnameyê re waliyên Amed, Wan, Riha, Êlih, Şirnex jî din av de 20 walî hatin guhertin û 10 walî jî ji wezîfeyê hatin girtin.    Li gorî biryarnameyê waliyên Riha, Bolu, Wan, Amed, Bartin, Kayserî, Ûşak, Kirşehîr, Karaman û Ispart ji wezîfeyê hatin girtin û wan kişandin navendê.    Bi guhertina waliyê Amed, Wan û Êlihê re qeyûmên van bajaran jî hatin guhertin. Waliyê Amedê, Waliyê Wanê û Waliyê Êlihê di heman demê de wezîfeya qeyûmiyê jî bi rê ve dibirin, ew ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wek qeyûm tayînî şûna hevşaredarên HDP’ê hatibûn kirin.