Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine 2022-05-12 09:08:47 MÊRDÎN - Rojnamevan Denîz Aydin, diyar kir ku planên AKP-PDK'ê yên li hemberî Herêma Kurdistana Federe serobino bûne û ji ber vê derz li PDK'ê ketine.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li hemberî herêmên Zap, Avaşîn û MEtînayê yên Herêma Kurdistana Federe di roja 28'an de didomin. Hem êrişên Tirkiyeyê hem jî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re bûye cihê bertekên mezin. Rojnamevan Denîz Aydin ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku bertekên li dijî malbata Barzanî kirin ku derz li PDK'ê bikevin.    PLANÊN WAN SEROBINO BÛN   Aydin, bilêv kir ku Tirkiye dixwaze di êrişan de herêmeke tampon çêbike û ji ber vê zêdetirî saleke bi awayekî berfireh êrişî herêmê dike û ev êriş niha li herêma Zapê zêde bûne. Aydin, anî ziman ku planên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmê serobino bûne û got: "Tirkiyeyê hemû hêza xwe daye vî şerî, lê bi ser neket. ZIvistanê jî domand, lê tişta dixwest bi dest nexist. Tirkiye mecbûr ma ji girên ku lê bi cih bûbû vekişe."    LÎSTIKEKE TALÛKE   Rojnamevan Aydin, destnîşan kir ku tevkariya PDK-Tirkiyeyê xwe disipêre paşerokeke 50 salî û ev niha bi awayekî aşekere tê kirin. Aydin, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de eskerên Tirkiyeyê bi destê PDK'ê li herêmê hatine bicihkirin. Aydin di berdewama axaftina xwe de wiha got: "PDK, bi awayekî çalak tevli vî şerî bû. Cih bi cih provakasyon çêbûn. Lewma mirov dikare bibêe rageşiyek heye. Ji lew re PDK niha bi awayekî çalak di nava vî şerî de cih digire. Di ser Şêladizê re teqwiyeyê dike. Yanî hemû qadên xwe seferber kirine. Ger wisa bidome dê dawî çi be nizanim, lê tişta dizanim PDK di nava lîstikeke pir talûke de ye."    NEXWEŞXANE KIRINE BINKEYÊN ESKERÎ   Aydin, anî ziman ku PDK di êrişan de hêzên xwe yên taybet Zêrewan û Gulan derî Wezareta Pêşmergeyan tevdigere û hêzên taybet ên girêdayî TSK'ê bi kincên hêzên taybet ên TSK'ê li herêmê xebatên îstixbarî dikin. Aydin, diyar kir ku li herêmê nexweşxaneyên seyar hatine çêkirin û ev binke tenê ne ji bo îstixbaratê, di heman demê de ji bo êrişê jî tên bikaranîn.    DERZÊN LI PDK'Ê KETINE   Aydin, destnîşan kir ku ji ber vê bertekên li hemberî PDK'ê pir zêde bûne û wiha got: "Çendî gel tê çewisandin jî bertekên xw enîşan didin. YNK, Goran, her wiha hin kesên di nava PDK'ê de bertek nîşan didin. Derz li PDK'ê ketine. Ev wekî polîtîkayên malbata Barzanî tên şîrovekirin. Ji ber ku çewisandineke pir zêde heye, xwe di raya giştî de nade der. Lê tê gotin di pêş de dê zêde bibe. Her wiha gel dizane ku ev helwesta malbata Barzanî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê berhewa dike."    Aydin, destnîşan kir ku êrişên tên kirin ji bo Herêma Kurdistana Federe talûkeyeke mezin di xwe de dihewînin û got, muxalefeta li Herêma Kurdistana Federe jî gavine berbiçav navêje û got: "Fikarên wan zêde bûne. Dibe ku niha gavine berbiçav navêjin, lê wisa xuya dike dê di pêş de ev yek bi awayekî rêxistinkirî xwe bide der. Ev pir tê bilêvkirin."