Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin 2022-05-12 09:06:51 WAN - Endamên BASK-DER'ê ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê dan, destnîşan kirin ku dê polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê teşhîr bikin.  Tirkiyeyê di 23'yê Nîsana 2021'ê de êriş biribûn ser heremên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe. Di 17'ê Nîsana 2022'yan de jî vê carê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) êrişên xwe yên li ser herêmê berfirehtir kirin. Endamên Komeleya Zanist, Antropolojî, Huner û Çandê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (BASK-DER) diyar kirin ku PDK ji bo berjewendiyên malbatî destkeftiyên kurdan pêşkêşî Tirkiyeyê kirine û gotin, dê qet tiştekî wiha qebûl nekin.    ‘EM Ê LI HEMBER BÊBEXTIYÊ BISEKININ'   Galîp Çelîk, diyar kir ku gelê kurd piştgiriya PDK'ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê qebûl nake û got: "Em di oeprasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê de dibînin ku piştgiriya PDK'ê berbiçav e. PDK, ketiye nava polîtîkaya bêbextiyê û polîtîkaya bêbextiyê didomîne. Tirkiye dixwaze destkeftiyên ku kurdan bi xwêna xwe bi dest xistine bi destê PDK'ê bide windakirin. Li Başûrê Kurdistanê malbata Barzanî ji parastina Kurdistanê bêtir berjewendiyên malbata xwe diparêze. Em ciwanên kurd, em ê ji Bakur heya Başûr, ji Rojhilat heya Rojava li hember vê bêbextiyê bisekinin û vê bêbextiyê qebûl nekin."    ‘PDK'Ê QÎMET JI XWE RE NEHIŞT'   Yûnûs Kuçukçelebî jî diyar kir ku polîtîkaya PDK'ê zirarê dide azadiya kurdan û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî û wiha got: "PDK, bi polîtîkaya xwe zirarê dide destkeftiyên li her çar perçeyên Kurdistanê. PDK, destkeftiyên ku bi xwînê bi dest ketine bike qurbana ranta xwe. PDK, ji ber van polîtîkayaên xwe ketiye halê bêbextiyê. PDK, guhên xwe girtine û naxwaze şaşiyên dike bibihîse. Îro kîjan hêza kurd zirarê bide destkeftiyên gelê kurd divê em li hemberî wê rabin. PDK, bi vê polîtîkaya xwe tu qîmet ji xwe re nehiştiye û tu qîmeta wê li cem gelê kurd nemaye."    ‘EM Ê TEŞHÎR BIKIN'   Oktay Ozme jî destnîşan kir ku malbata Barzanî tenê berjewendiyên malbata xwe esas digire û dê tu carî vê polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê qebûl nekin û li her derî vê polîtîkayê teşhîr bikin. Ozme wiha axivî: "PDK, ji bera berê de polîtîkayeke li ser asasê têkşikandina berxwedana kurdan hereket dike. Ev polîtîkaya talanker a PDK'ê hem zirarê dide yekîtiya neteweyî hem jî dide têkoşîna gelê kurd. Ji ber vê polîtîkayê em li hemberî PDK'ê ne û em ciwanên kurd em ê li her derî vê xeta bêbextiyê ya PDK'ê teşhîr bikin."