Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve 2022-05-12 09:05:42 AMED -  Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan û Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan diyar kirin ku ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya pişaftinê divê hemû kurd xwedî li zimanê xwe derkevin û ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ku dê di 15’ Gulanê de bên lidarxistin jî ev bang kirin: “Kesen ku ji xwe re dibêjin em kurd in, divê berî her tiştî xwedî li ziman derbikevin û tev li çalakiyan bibin.” Bernameyên 15’ê Gulanê bi pêşengtiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî dest pê kirin. Gelek sazî û partiyên siyasî jî di nav wan bernameyan de cih digrin. Bernameyên 15’e Gulanê, di 8’e gulanê de bi deklarasyonekê hat aşkerakirin û bername dê heta 16’e gulanê benavber bidome. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyad Ceylan û Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Berdevka Tora Ziman û Çanda Kurdî Şîlan Elmas Kan têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn û banga tevlibûna bernameyên 15’e Gulanê kirin.  Zeyyad Ceylan bi lêv kir ku dewlet li dijî gelê kurd bi salane polîtîkayên pişaftinê dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Ji ber wan polîtîkayên dewletê, zimanê me tunebûnê re rû bir û ye. Ziman tiştekî zindî ye û ji bo ku hebûna xwe bidomîne divê din ava jiyanê de hebe, pê were xwendin û nivîsandin. Lê zimanê kurdî tevî ew qas zext û zoran jî li ser pêyane û li ber xwe dide.  Ji bo ku em bikarin li dijî polîtîkayên dewletê derbikevin, divê em xwedî li ziman derbikevin. Gelê kurd ji bo ku zimanê kurdî li ser pêyan bimîne di 2007’an de 15’ê gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî îlan kirin. Ev 15 sal in ku em 15’e gulanê wek cejna zimanê kurdî pîroz dikin. Mebesta ji vir ew e ku di hêla ziman de hestiyariyek çêbibe.”    ‘BERÎ HER TIŞTÎ EM LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERBIKEVIN’   Bi domdarî Ceylan destnîşan kir ku gelê kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar hatiye hiştin û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî bang li rayêdarên dewletê kir. Ceylan, ji bo tevlibûna bernameyan û xwedî derketina li ziman jî wiha bang li gel kir: “Heke zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiya fermî ma gelo em xwedî lê dernakevin? Ji bo ku desthilatdar vê berpirsyariya xwe bi cih bînin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Divê beriya her tiştî em li zimanê xwe xwedî derbikevin. Xwedî derketina li ziman jî ji zarokan dest pê dike. Ji bo ku ziman bijî divê zimanê zarokên me kurdî be. Wê demê em ê bibînin ku ziman têvî ewqas astengiyan jî li ser pêyane. Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî û ji bo ku di mijara kurdî hestiyariyek çêbibe, em ê di 15’ê gulanê saet di 16.00’an de li pêşiya Navenda Kar a Ncity ya li Taxa Bayramoglu ya Rezan a Amedê ber bi Parka Koşuyoluyê ve bimeşin. Ji bo xwedîderketina li ziman banga me ji bo hemû gelê Amedê ew e ku beşdarî meşê bibin.”    ‘ZIMAN NÎŞANEYA HEBÛNA NETEWEYEKÎ YE’    Şîlan Elmas Kan jî balkişand ser tune hesibandina zimanê kurdî û wiha got: “Ji beriya komarê heta niha zimanê kurdî her tim tune hate hesibandin. Dewlet ne tenê zimanê kurdî lê hebûna tu zimanekê din qebûl nake. Li ser hişmendiya yekolî û yekzimanî hatiye avakirin. Lê tevî hemû zextan jî zimanê kurdî hebûna xwe parast. Ziman, nîşaneya hebûna neteweya kurd e. Her netewe bi ziman û çanda xwe tê pênasekirin. Heke neteweyek bi zimanê xwe nejî, wê demê paşeroja xwe jî bîr dike. Gelê ku paşeroja xwe ji bîr dike jî nikare pêşeroja xwe bibîne. Lewma divê em dev ji axaftina serdestan berdin. Divê em di nava jiyanê de her tim bi zimanê xwe biaxivin û parastina xwe jî bi zimanê xwe bikin.”   ‘BANGA ÇALAKIYA MEŞ A ZIMAN’   Kan jî ji bo tevlibûna bernameyên 15’ê Gulanê bang kir û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê bi mebesta ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeya fermî meşekî li dar bixin. Kesên ji xwe re dibêjin kurd, hewceye xwedî lê derkevin. Ji bo mezinkirina têkoşîna ziman, banga me li gelê Amedê ew e ku beşdarî meşa me bibin.”