Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 2022-05-11 19:38:34     AMED –  Di çarçoveya bernameyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Parka Mûsa Anter ji bo zarokan şahiyek hat lidarxistin. Zarokan bi stranan cejna zimanê kurdî pîroz kir.   Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bernameyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomin. Di çarçoveya bernemeyan de îro li Parka Mûsa Anter a li Taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, ji aliyê Ma Musîc û Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ve ji bo zarokan atolyeya ziman û çandê hat lidarxistin. Gelek zarok û welatî tevli bernameyê bûn.   Di bernameyê de destpêkê li ber erbaneyan meşek hat lidarxistin û zarok û welatî strana "Zimanê Kurdî" gotin.    Piştî meşê alfabe û tîpên kurdî fêrî zarokên taxê hat kirin. Zarokên taxê bi boyaxan ser çavên xwe xêz kirin û li ser potêkî spî jî tiştên ku xeyal dikin xêzkirin. Her wiha stranbêjên Ma Musîcê jî rîtma muzîkî fêrî zarokan kir. Piştî stranan zarokan bi hev re dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" berz kir.    Şahî bi meşekê bi dawî bû.