‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’ 2022-05-11 16:23:10   ÎZMÎR - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek ê di Nobeta Edaletê de axivî, diyar kir ku li çar aliyê welat lêgerîna edaletê heye û bi lêv kir ku pêşengtiya vê dayik dikin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 59’emîn de berdewam dikin. Malbatan çalakiya xwe ya îro li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê berdewam kirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku li gelek deverên Tirkiyeyê lêgerîna edaletê heye û wiha got: “Pêşengtiya vê lêgerîna edaletê dayik dikin. Çalakiya ku ji aliyê malbata Şenyaşar ve hatiye destpêkirin li Edliyeya Rihayê. Malbat li Stenbol û li Wanê di nobetê de ne. Ji bo Doza Geziyê nobet tê girtin, yanî li her derê lêgerîneke edaletê heye.”   ÎNFAZA WAN TÊ ŞEWITANDIN   Çîçek, da zanîn ku bi biryarên Lijneyên Çavdêriyê berdana girtiyan tê astengkirin û wiha berdewam kir: “Şûna ku girtî bên berdan bi pirsên bêkêr înfaza wan tê şewitandin. Ev lijneyên girtîgehê ne hiqûqî ne. Bi pirsên dipirsin berdana girtiyan asteng dikin. Bi taybetî jî li girtiyên siyasî tê kirin. Tevî ku cezayên girtiyên siyasî xelas bûye jî bi neberdanê tên cezakirin.”   Çîçek, da zanîn ku daxwazên malbatên girtiyan însanî ne û bi lêv kir ku weke ÎHD li cem malbatan e û dê piştgiriya daxwazên wan bikin.