Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin 2022-05-11 14:51:18   AMED - Malbatên girtiyan ên Amedê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê îro li pêşiya ATK’ê domandin. Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî bang li wezîrê edaletê kir ku tedbîrekî li pirsgirêka wan bikin û rêyekê ji pirsgirêkên girtiyan re bibînin.    Bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan di 16’ê mijdarê de li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatan di roja 177’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) hate lidarxistin. Di çalakiye de endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER),  Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî amade bûn.   Di çalakiye de ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî. Mervanî, anî ziman ku roj bi roj rewşa girtîgehan xirabtir dibe û wiha got: “Heke mirov bixwaze bizane bê ka rewşa demokrasi û azadiyê ya li welatekî çawa ye, divê mirov li rewşa girtîgehan binêre. Ji ber ku zindan wêneyê edalet, azadî û demokrasiyê ye. Lê îro dema em îro berê xwe didin zindanan, dibînin ku pirsgirekên herî mezin li zindanan hene. Ji ber vê jî ev bû 6 meh ku em dubare dubare daxwazên xwe tînin ziman. Tevî vê jî tu bersivek nedan daxwazên me.”    BANG LI WEZÎRÊ EDALETÊ KIR   Bi domdarî Mervanî ji bo rewşa girtiyan bang li wezîrê edaletê û rayedarên dewletê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Em daxwazên xwe dîsa dubare dikin. Ev dubarekirin wijdana civakê diêşîne. Li gelek girtîgehan girtiyan têxin hucreyan. Girtî, bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Civak jî li gel daxwazên me ne. Lewma em dîsa bang li wezîrê edaletê dikin û dibêjin ku bila tejbîrekê li vê pirsgirêkê bike û çareseriyekê peyda bike. Her wiha bang me ji bo partiyên siyasî û raya giştî jî ew e ku li daxwazên me guhdar bin.”    Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.