Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin 2022-05-11 14:46:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa balafirên bêmirov û biçek ên Tirkiyeyê ya li dijî Kobanê de welatiyek hat qetilkirin.    Balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) ên Tirkiyeyê li başûrê Kobanê û navenda bajêr êrişên hewayî pêk anîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) êrişa yekemîn li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê pêk hatiye û êrişa din jî li navenda bajarê Kobanê pêk hatiye. Di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Ekrem Îstek hat qetilkirin.   Istek sala 2014'an di dema êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê de pêk dihatin li ser banga seferberiya hatibû destpêkirin, berê xwe dabû Kobanê. Ekrem Îstek (50) ku zewicî ye û zarokên wî hene, piraniya jiyana xwe di xizmeta doza kurdî û tevgera rizgariya Kurdistanê de derbas kiriye.    Ekrem Istek di salên 1990'î de ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve hatiye girtin û 10 sal di girtîgehê de maye. Her wiha lawekî wî li Tirkiyeyê di girîgehê de tê ragirtin.   Tê payîn ku sibê cenazeyê Îstek dê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle bê veşartin.