Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne 2022-05-11 14:45:00   ENQERE - Hevserokê HDP'a Bajar a Enqerê Vezîr Parlak, diyar kir ku xizmeta cemaweriyê ya ji bo astngdaran kêm e û ev tişt got: "Astengdar ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin."   Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Enqerê, ji bo 10-16'ê Gulanê Hefteya Astengdaran li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Enqerê Fîlîz Kerestîcîoglû û gelek HDP'î tev li civînê bûn. Di civînê de pankarta "Bila gotinên cihêkar ên li dijî astengdaran bi dawî bibin! astengHÛNin" hat vekirin. Hevserokê HDP'a Bajar a Enqerê Vezîr Parlak, di civînê de axivî û diyar kir ku li welat astengdar ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û mafê wan ê xwe gihandinê bi cih nayê.   'ŞER SEDEMA ASTENGDARIYÊ YE'   Parlak, destnîşan kir ku pêvajoya bipevçûn û şer sedemeke girîng a astengdariyê ne û wiha axivî: "Mayînên ku nayên paqijkirin, hêzên ewlehiyê ku êrişî mudaxaleyî bûyerên civakî dikin, maşîneyên zirxî yên bêkontrol ên li nav bajar, guleberdana leşkeran a derbasbûna di sînoran de ji bilî mirinan dibin sedema astengdariya bi sedan kesan. Şer jî dibin sedema astengdarî û xizaniya tevahiya civakê. Ferqên pêşveçûna bajar û herêman, kêmasiya pêşkêşkirina xizmetên binesazî û ragihandin û cemaweriyê bi awayekî neyînî bandor li mafên astengdaran dikin.    RÊJEYA ASTENGDARAN JI SEDÎ 12 YE    Piştî Parlak Parlamenter Kerestecîoglû axivî û diyar kir ku astengdar di bin xetereya xizaniyê de ne û ev tişt got: "Li Yekitiya Ewropayê xetereya xizaniya astengdaran ji sedî 29,9 e û li Tirkiyeyê jî ev rêje ji sedî 77,1 e. Ji sedî 12'ê gelheya Tirkiyeyê astengdar e. Di nav welatên Yekitiya Ewropayê û OECD'ê de Tirkiye xwedî azmûneke ne baş e. Li Welatên Yekitiya Ewropayê ji sedî 25'ê astengdaran piştî dibistana seretayî dev ji dibistanê ber didin li Tirkiyeyê ji sedî 60. Ji bo tevlîbûnkirina astengdaran a jiyanê gelek pêkanîn hene. Ji bo ku guhertin pêk were divê timik têkoşîn bê dayîn."