Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin 2022-05-11 14:28:17   COLEMÊRG - Ji ber êrişên li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê, şêniyên gundên li ser sînor zehmetiyên mezin dikêşin. Leşkerên ku li ser xeta sînor xendekan dikolin, li hêla din jî têlên direhî dirêçin.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir. Di çarçoveya êrişê de li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnên heta niha de gelek leşker hatin kuştin û şer bi hemû dijwariya xwe didome. Tirkiye, ji hêlekî ve hêzên paramîlîter ên “Pêşmergeyên Roj” û li hêla din jî cerdevanan vediguhêze herêmê.    Hat zanîn ku cerdevanên navçeya Rûbarok a Colemêrgê jî 20 roj berê bi awayeke dorveger ber bi herêmên şer ve hatine veguhestin. Li gorî agahiyan, dê cerdevan êdî 3 mehan li herêmên şer bên bicihkirin.    NAHÊLIN GEL BIÇE ZOZANAN   Şêniyên gundên li ser sînor, ji ber şer û pevçûnên li herêmê zehmetiyên mezin dikêşin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku leşker nahêlin şêniyên gundan pezê xwe bibin zozanan û bazirganiya li ser sînor jî piştî şer êdî hema hema qet nayê kirin.    DESTÛR NADIN KU ŞÊNÎ DERKEVIN DERVEYÎ GUND    Ji bo xelkê herêmê nekare derbasî aliyê din ê sînor bibe û sewal li wê herêmê neyên çêrandin, li gundên herêma Navberojiya ku li ser sînor e, leşkeran li ser sînor xendek kolandine û li seranserî sînor têlên direhî raçandine. Li herêmê gelek baregehên leşkerî hene û şêniyên gundên li herêmê 24 saetan tên şopandin. Ji ber qedexeyên li gundên ser sînor, şêniyên herêmê nikarin derkevin derveyî gund jî.    GUNDÎ NEÇAR MAN KU SEWALÊN XWE BIFIROŞIN    Piştî qedexeyên hêzên leşkerî, karê sewalkariyê ku şêniyên herêmê debara xwe pê dikin jî derbekî mezin xwar. Leşker nahêlin ku şêniyên herêmê pezê xwe bibin deverên biçêre. Vê jî kir ku gelek welatî sewalên xwe ji herêmê derxînin û bifiroşin.    KUŞTÎ Û BIRÎNDARAN DIBIN COLEMÊRGÊ    Her wiha hat zanîn ku leşker nahêlin şêniyên herêmên biçin pancar jî kom bikin. Çavkaniyan ragihand ku di nava rojê de li aliyê din ê sînor tu liv û tevgereke leşkerî xuya nake lê bi şev dengê çek û bombeyan tê. Tê gotin ku leşkerên kuştî û birîndar bi helîkopteran vediguhêzin Colemêrgê. Bi destpêkirina êrişan re ji Colemêrgê ber bi Rûbarokê ve bênavber leşker tên veguhestin. Di van demên dawî de ev sewqiyat hîn zêdetir bûye.