Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin 2022-05-11 13:53:15   ŞIRNEX - Li çar gundên bi ser navçeya Silopiyê de tevgera leşkerî dest pê kir û çûna gundan hat qedexekirin.    Li aliyekî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li ser axa Başûrê Kurdistanê berdewam dike li aliyekî din jî êriş û operasyonên Tirkiyê li hin deverên Bakurê Kurdistanê didome. Îro jî tevgera leşkerî li gundên navçeya Silopiya Şirnexê hat destpêkirin. Li gundên Xinis, Şemga, Sorbitmê û Girêçolya yên bi ser navçeya Silopiya ve ku dikevin quntara Çiyayê Cûdî bi hêceta “ewlehiyê” çûna wan hat qedexekirin. Tê gotin ku leşkeran van gundan dorpêç kiriye.