Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin 2022-05-11 12:36:06 RIHA - Ferît Şenyaşar bertek nîşanî gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan ên têkildarî “Dewleta hiqûqê û demokrasiyê” dan û ev pirs pirsî: “Em van gotinan qebûl nakin. Van tiştên em dijîn wê kîjan rêgeza dewletê ya hiqûqê rave bike?” Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê di 9’ê Adara 2021’an de daye destpêkirin di roja 429’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe ya nobetê dan destpêkirin. Malbata Şenyaşar, têkildarî têkoşîna xwe welatî û parêzerên tên edliyeyê agahdar kirin.    Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re li qada ku weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin bi dowiza “Em edaletê dixwazin” nobeta xwe ya edaletê didomîne, têkildarî têkoşîna edaletê nirxandin kir. Şenyaşar, destnîşan kir ku Nobeta Edaletê tevî hemû astengiyan 429 roj in didome û da zanîn ku têkoşîna wan ji aliyê hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn ve tê şopandin. Şenyaşar, gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên “Rêgeza dewleta hiqûqê, şertê demokrasiyê yê nebe nabe ye” yên di Torena Salvegera Avakirina 154’emîn a Şûraya Dewletê û Roja Daraza Îdarî de kiribûn bi bîr xist û wiha got: “Kesê serê dewletê ye di axaftina xwe de behsa dewleta hiqûqê û serbixwetiya darazê dike. Em van gotinan qebûl nakin. Gelê Rihayê van gotinan qebûl nake. Li pêş edlliyeyê bi awayekî aşkere hiqûqa serdestan tê parastin. Ji ber vê yekê dayika 66 salî 429 roj in li pêş edliyeyê ye. Yekane daxwaza wê pêkanîna qanûnên heyî ye.”   ‘KESÊN SÛCDAR ÇIMA 4 SALAN LI DERVE GERIYAN?’   Şenyaşar, diyar kir ku di dosyaya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku bi biryara “veşartî” tê parastin, di 4 salan de tenê 4 kes hatin girtin û berteka xwe ya li dijî Erdogan wiha domand: “Wê van tiştên em dijîn bi kîjan rêgeza dewletê ya hiqûqê rave bike? Heke sûcdar diyar bin çima 4 sal bûn li derve digeriyan? Birayekî me 4 sal in bi awayekî bêhiqûqî bi fermana serdestan girtî tê ragirtin. Em edaletÊ dixwaizn. Heke em hemwelatiyê vî welatî bin, em welatîbûna wekhev dixwazin. Bila tenê di qanûnan de nemîne, em dixwazin were sepandin. Em dixwazin ku ev zilm demildest were bi dawî kirin.”