Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn 2022-05-11 10:49:02   STENBOL - Li Stenbolê 6 parêzerên ku qetlîama Cizîrê protesto kiribûn, piştî 7 salan beraet bûn.    Di salên 2015-2016’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di qedexeyên derketina derve de qetlîam pêk hatibûn. Komek parêzer di 15’ê îloana 2015’an de li ber avahiya Baroya Stenbolê çalakiya şermezarkirina qetlîamê li dar xistibûn. Ji parêzeran derbarê 6 parêzeran de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” û “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” doz hatibû vekirin. Dadgehê derbarê parêzeran de piştî 7 salan biryara beraetê da.    Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 36’emîn ku li dosyeya dozê dinêrî diyar kir ku sûcên xistine stûyê parêzeran tiştekî li dijî qanûnan çênake û derbarê parêzer Banu Guveren Aslan, Baran Dogan, Ercan Kanar, Gokmen Yeşîl, Mustafa Ruzgar û Onur Şahîn Kaya de biryara beraetê da.    Dosyeya parêzer Ramazan Demîr, Huseyin Bogatekîn, Sînan Zîncîr, Şerafettîn Can Atalay, Guray Dag, Avnî Guçlu, Sezîn Uçar, Dîren Yeşîl, Nezîha Eken û Mehmet Umît Erdem jî ji dosyeya van parêzerên hatin beraetkirin hatibû qetandin. Dosyeya parêzer Ebrû Tîmtîk a li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû jî hatibû betalkirin.