Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan 2022-05-11 09:34:09   AMED - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, diyar kir ku Wezareta Edaletê bersiv nedaye serlêdana wan li dijî tecrîdê û ev bang li rêxistinên sivîl kir: "Kesên li dijî tecrîdê têdikoşin divê bi tenê neyên hiştin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin, ji 25'ê adara 2021'an ve agahî jê nayê girtin. Di dîroka mijara gotinê de Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî û telefona wî di demeke kurt de hatibû birîn. Serlêdanên malbata Ocalan ên piştî hevdîtinê tên kirine ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Hevdîtina Ocalan a bi parêzerên wî tê astengkirin.    Di 12'ê cotmeha 2021'an de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hevdîtina Ocalan a bi parezerên wî re ji bo 6 mehan hatibû qedexekirin. Rexmî ku ev dem di 22'yê nîsanê de temam bû jî serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtine di 29'ê nîsanê de hat redkirin. Piştre derket holê ku ev serlêdan, bi hinceta ku di 13'ê nîsanê de careke din ji bo 6 mehan hevdîtina bi Ocalan re hatiye qedexekirin, hatiye redkirin.  'LI DIJÎ ŞERTÊ WEKHEVIYÊ YE'   Rêxistinên sivîl û hiqûqî li dijî vê rewşê ketibûn nav hewldanan û serî li gelek cihan dabûn. Heta niha ev serlêdanên rêxistinên nehatine bersivandin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku yek ji van rêxistinan e Bunyamîn Şeker, derbarê qedexeya dawîn û pêkanînên hiqûqî yên taybet ên li Îmraliyê de axivî û nirxadinan kir. Şeker, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nikare bi hiqûqê bê aşkerakirin û li dijî şertê wekheviyê yê Destûra Bîngehîn (AYM) e û wiha got: "Tecrîda li dijî birêz Ocalan pergaleke li dijî kesan e û weke polîtîkaya dewletê derdikeve hemberî me."      QEDEXEYA BÊHINCET    Şeker, bi bîr xist ku di hevdîtina dawîn a bi telefonê ku hatibû birîn de xwestiye bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û wiha got: "Hinceta 'Ne ji me ye, Ocalan bi parêzerên xwe naaxive' teşhîr bûye. Ji sala 2011'an ve parêzeran tenê 5 caran bi birêz Ocalan re hevdîtin kirine. Herî dawî cezayekî dîsplînê ji raya giştî re hat ragihandin. Ev ceza ne cezayek qanûnî ye. Bersivnedayîna serlêdana parêzeran jî polîtîkaya dewletê û bi hiqûqê nikare bê aşkerakirin. Ji ber ku dewlet bingeheke meşrû nabîne nikare sedema qedexeya hevdîtina bi parêzeran re aşkera kir. Lewre rewşeke wiha tuneye."   BIRYARAN RANAGIHÎNIN   Derbarê qedexeya dawîn a hevdîtinê de jî Şeker, destnîşan kir bêyî ku dema qedexeya berê hatibû dayîn bi dawî bibe careke din cezayê dîsplînê li Ocalan hatiye birîn û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Di rewşeke asayî de dema ku derbarê kesekê girtî de biryareke dadgehê bê dayîn ev biryar ji parêzerên wî re tê ragihandin. Li gorî vê parêzer jî pêvajoya îtîrazê didine destpêkirin. Lê di serlêdana derbarê birêz Ocalan de tiştek wiha dûrî aqil heye; dosya bi parêzeran re nayên parvekirin. Niha ne diyar e ku ev ceza çima, derbarê çi de û kêngê  hatiye dayîn. Ne diyar e ku dema îtîrazê têje bûye ya na. Dewlet polîtîkayeke taybet li mdijî birêz Ocalan pêk tîne. Vê bi hiqûqê aşkera dike lê navê vê ne hiqûq e. Lewre dema ku biryarek bê dayîn divê di biryarê de tiştên ku li dijî biryarê bên kirin jî cih bigirin. Lewre êdî tecrîd ji rewşeke ku bi hiqûqê aşkerakirin derketiye."    WEZARETÊ BERSIV NEDAYE   Şeker, da zanîn ku weke aliyên siyasî û hiqûqî aliyên dîplomasiyê yên tecrîdê jî hene û biryarên Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) û Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê yên derbarê Ocalan de bi bîr xist û wiha axivî: "Hewldanên me yên li dijî tecrîdê û qedexeya parêzeran hene. Piştî Buroya Hiqûqê ya Asrinê me jî serî li Wezareta Edaletê da lê hê me bersiv negirtiye. Ev jî nîşan dide ku mekanîzmaya dewletê nayê xebitandin. Çi dibe bila bibe divê dewlet bersiveke bide; ya erênî ya jî neyînî. Lê ev pêk nayê û micidiyeta dewletê li holê rabûye. Raya giştî dema ku mijar dibe kurd hê jî kurdan weke "terorîst" dibînin û çavê xwe ji tiştên tên kirin re digirin. Me di doza Geziyê de dît. Em tecrîdê tenê weke mijareke ku rojeva raya giştî ya kurdan eleqedar dike nabînin."    BANGA LI RÊXISTINÊN SIVÎL   Di berdewama axaftina xwe de Şeker, balê kişand ser bandora tecrîdê ya li ser aboriyê û ev bang kirin: "Bi şerê ku dest pê kir re aboriya welat têk çû. Ji ber vê em dibejin eleqeya tecrîdê bi hiqûq, siyaset, civak û aboriyê re heye. Bi awayekî zelal tê dîtin ku pergala li Îmraliyê belavî tevahiya civakê bûye. Divê raya giştî û muxalefet vê bike rojeva xwe ya sereke û li dijî vê dengê xwe bilind bike. Ji ber vê divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Ji bo demokrasî û xweşguzariya Tirkiyeyê jî ev pêwistiyeke. Kesên ku vê têkoşînê didin divê bi tenê neyên hiştin. Di vê derbarê de çiqas xwedîderketin çê bibe wê encam ewqas zûtir derkeve holê. Bi dawîkirina tecrîdê we bê bidawîkirina pirsgirêk û polîtîkayên şer. Em li bendê ne ku rêxistinên sivîl û beşên demokratîk jî deng û piştgiriyê bidin dengê li dijî tecrîdê."   MA / Mujdat Can - Mehmet Guleş