ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-11 09:00:12   * Dayika Haci Lokman Bîrlîk ku di sala 2015’an de cenazeyê wî li pey maşîneyeke zirxî bi erdê ve hatibû kaşkirin Nazîre Bîrlîk, destnîşan kir ku PDK’ê weke Tirkiyeyê nêzî kurdan dibe û şirîkatiya kujerên kurê wê dike û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kir.   *  Endama SMJÊ Xanê Agal, diyar kir ku civaka êzidî yekem car e ku ji xwe bawer dike û ev tişt got: "Hêza ku li Şengalê hatiye avakirin, xewnên dewleta tirk ên dîrokê herimandin."    * Cerdevanên tev li êrişên Tirkiyeyê yên ser başûrê Kurdistanê dibin, diyar kirin ku windahiyên leşkeran tên veşartin, çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin.   * Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Nedîm Sarisaç, diyar kir ku AKP'ê bi polîtîkaya ku li girtîgehan dimeşîne Destûra Bingehîn bin pê dike û got: "Divê herkes vê rewşê baş bibîne û tiştên tên ferzkirin qebûl neke."   * Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, diyar kir ku Wezareta Dadê bersiv nedaye serlêdana wan a li dijî tecrîdê û ev bang li rêxistinên sivîl kir: "Kesên li dijî tecrîdê têdikoşin divê bi tenê neyên hiştin."   * Înfaza Haşîm Kaya yê ku li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin bi hinceta ku "derneket lijneyê" cara 4'emîn hat taloqkirin.    * Di hinceta biryara beraetê ya çawişê pispor Omer Ayas ku 6 mehan dest dirêjî jinekê kiribû de hat diyarkirin ku ji bersûc tê bawerkirin û daxuyaniyên jina ku dest dirêjî wê hatibû kirin jî 'razber' hatin dîtin.    * Danişîna ewil a Hevşaredarên Sêrt, Hawêl û Misircê ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin wê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê were dîtin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 429'emîn de berdewam bike.    * Danişîna Midûrê Karên Navîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin û nivîskarê rojnameyê Veysî Sarisozen dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna derbarê rojnamevan Rojîn Altay û sê zarokan de hatiye vekirin dê li Dadgeha Zarokan a Anadoluya Stenbolê bê lidarxistin. (10.05)   * Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê û Parlamenter Dersim Dag dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * NÇM û Komeleya Lêkolînên Kurdî dê têkildarî Cejna Zimanê Kurdî 15'ê Gulanê li avahiya Komeleyê ya li Unkapana Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Ciwanên hatine revandin û ferzkirina sîxurtiyê re rûbirû mane dê li avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bidin. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike.  (13.00-16.00)    * Tora Çand û Zimanê Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî bi boneya Cejna Zimanê Kurdî 15'ê Gulanê dê li Parka Mûsa Anter ya li Seyrantepeyê şahî li dar bixe. (16.30)   * Înfaza Haşîm Kaya ê ku di Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'an a Amedê de tê girtin bi hinceta ku "derneket lijneyê" cara 4'emîn hat şewitandin.