Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir 2022-05-10 15:24:16   ENQERE - Ji bo mamosteyê kurdî û aktîvîst Kiyomars Latîfî ku li Îranê hatibû binçavkirin bê berdan kampanyaya destnîşanê hat destpêkirin.    Li bajarê Sanandajê yê bi ser eyaleta Kurdistanê ya Îranê ve di 15'ê Sibata 2022'yan de endamên îstîhbarata Îranê bi ser mala mamoste û aktîvîstê kurd Kiyomars Latîfî de girtin û ew binçav kirin. Latîfî yê 41 salî hatiye girtin. Ji bo ku Latîfî bê berdan li ser www.change.orgê kampanya îmzeyê hat destpêkirin.   GEF LI XIZMÊ WÎ JÎ HAT XWARIN    Dema ku Latîfî hatiye girtin îşkence lê hatiye kirin û ji ber girtina Latîfî heya niha îstîhbarata Îranê tu daxuyanî nedaye. Di kêliya serdagirtina malbatê de xwîşka Latîfî, Arezou Latîfî ji ser hemdê xwe çûye û gefa destdirêjiyê li xwîşkên wî Mahtab û Haitat Latîfî hatiye xwarin. Her wiha hat gotin ku xizmê wî yê li Elmanyayê dijî Farid Latîfî bi rêya telefonê bi gefxwarinê re rûbirû maye.    BANGA PIŞTGIRIYÊ    Tê texmînkirin ku Latîfî yê ku bêyî destûrên dadgehê hatiye binçavkirin, li bajarê Sanandajê li navendekî binçavkirinê tê girtin. Di nivîsa kampanyayê hat diyarkirin ku Latîfî endamê Komeleya Mowlavî bû û ji ber vê yekê hatiye binçavkirin û niha ji jiyana wî di xeterê de ye. Di metna kampanyayê de banga çalakiya lezgîn ji bo Latîfî tê kirin û dê di dawiya kampanyayê de îmzeyên komkorî radestî Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bên kirin.    Lînka kampanya îmzeyê wiha ye: