Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek 2022-05-10 14:58:16   STENBOL - Navenda Hafizeyê êrişên li dijî parastvanên mafan raporek amade kir û diyar kir ku desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek.    Navenda Hafizeyê têkildarî êrişên di navbera salên 2015 û 2021’an ên li dijî parastvanên mafan de raporek amade kir û rapora xwe li Postaneya li Galatayê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. Rapor, bi sernavê “Bêdeng nemîne: Polîtîkayên Çewisandinê yên li dijî Parastvanên Mafan ên 201-2021’an” hate parvekirin. Rapor ji 129 rûpelan pêk tê.    Di raporê de hat destnîşankirin ku bi guherînên di mewzûata komeleyan de hatiye kirin re bingeha êrişên berfireh hatiye amadekirin û wiha hat gotin: “Sererastkirinên qanûnî yên li gorî têgeha ‘terorê’ hatine kirin, ji bo bêdengkirina parastvanên mafan weke amûrê zextê tê bikaranîn.” Di raporê de her wiha bal kişand ser rêbazên destwerdanên li dijî parastvanên mafan û “tacîza darazî, “Tacîza dadî” û “hedefgirtina medyayê” wek çendek mînakan hatin nîşandan.    ‘HEKE EW DI EWLEHIYÊ DE NEBIN KESEK DI EWLEHIYÊ DE NABE’   Ji parastvanên mafên mirovan Mûrat Çelîkkan diyar kir ku ji sala 2018’an heta niha ji bo parastina parastvanên mafên mirovan xebatan dimeşînin. Çelîkkan, got ku ji bo parastina parastvanên mafan gelek qanûn û sererastkirinên neteweyî û navneteweyî hene û wiha berdewam kir: “Gelek caran li dijî rewşên ku nebûne mexdûrê wan jî têdikoşin. Vê yekê jî bi belgekirina binpêkirinan, bi raporkirina wan, bi protesto û çalakiyan dikin. Derheqê 2 hevalên me yên rêveber de bi sedema ‘propagandaya terorê’ lêpirsîn hate destpêkirin û piştre hatin girtin. Piştre jî bi ser malên 12 hevalên me de girtin. Me ev xebat bi vê sedemê da destpêkirin. Derheqê bi sedan parastvanên mafan de lêpirsîn hate destpêkirin, hatin darizandin û girtin. Li cihekê ku parastvanên mafan ne di ewlehiyê de, tu kes di ewlehiyê de nîne.”    ‘SAZIYÊN MAFAN DI HEDEFÊ DE NE’   Bi domdarî Çelîkkan destnîşan kir ku hema hema li hemû dewletên cîhanê tiştên mîna hev tên kirin û wiha domand: “Gelemperî medyayê dixin bin kontrola xwe û bi rêya medyayê hedef nîşan didin. Daraz jî bi tevahî weke amûra cezakirinê tê bikaranîn. Saziyên herî bingehîn ên têkoşîna mafan ên Tirkiyeyê niha rastî êrişan tên. Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci niha di hedefa desthilatdarî û medyayê de ye. Bi sedema ku piştevanî da Rojnameya Ozgur Gundemê hate girtin. Her wiha Dayikên Şemiyê tên cezakirin.”    ‘QANÛN XERAB TÊN BIKARANÎN’   Ji Navenda Hafizeyê Ozlem Zingil jî da zanîn ku di raporê de êrişên li dijî 67 parastvanên girtine dest. Zingil, destnîşan kir ku di dema destwerdanên li dijî parastvanên mafan de qanûn, bi armancên xerab tên bikaranîn. Zingil, got ku bi hincetên wek “endamtiya rêxistinê, “alîkariya bi rêxistinê re”, “propagandaya rêxistinê” û hwd. re hewl didin parastvanên mafan krîmînalîze bikin û wiha derbirî: “Gelemperiya parastvanên mafan tên berdan lê bi salan bi van dozan re mijûl dibin.”    DARAZ Û MEDYA   Têkildarî mijarê ji Navenda Hafizeyê Burcu Bîngollu jî daxuyand ku di dema darizandinê de daraz bi dijminane nêz dibe û wiha got: “Ji ber vê pratîka meqamên darazê, mîsogeriyên qanûnî jî tên binpêkirin. Daraz, bûye pêveka desthilatdariya siyasî. Di heman demê de medyaya girêdayî desthilatdariyê jî hewl dide parastvanên mafan bêîtîbar bikin. Di mijara krîmînalîze û marjînelkirina parastvanên mafên mirovan de medya jî bi roleke mezin radibe.”    Piştî daxuyaniyê jî derbasî beşa panelê bûn.