Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne 2022-05-10 14:38:34   STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku têkildarî kesê di bin çavdêriya polîsan de ketiye avahiya wan, li bendê ne ku saziyên fermî daxuyaniyê bidin û wiha got: “Em li cihê xwe û di rêya xwe de ne.”   Kesekî ku nasnameya wî nediyar şeva 1'ê Gulanê kêliya ku kesek li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê nebûye, di çavdêriya polîsan de ketiye avahiyê. Rêxistina HDP’a Stenbolê têkildarî vê rewşê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu û parêzerên partiyê beşdarî civînê bûn.    Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol, da zanîn ku di 1’ê Gulanê de bi telefoneke hişyariyê ya xebatkarekî wan ê kevin rewş ferqkirine û wiha got: “Ji me re got ku deriyê avahiyê vekiriye. Em di roja 1’ê Gulanê de li qadan bûn, xebatkarên me tune bûn. Di dîmenan de me dît ku kesê nasnameya wî nayê zanîn 6-7 deqîqeyan li hundir maye pişt re derketiye û piştî bi polîsan re axiviye ji wir dûr ketiye.” ‘KESÊ KETIYE AVAHIYÊ BIÇEK E’   Bîrol, destnîşan kir ku di dîmenan de tê fêmkirin ku kesê ketiye avahiya partiya wan biçek e û wiha berdewam kir: “Kes ji kolana jêr a avahiya me derdikeve û bi awayekî aram tê ber avahiyê û bi du polîsên bi unîforma ku li hemberî avahiyê tê xuyakirin ku di nobetê de ne, pirsa avahiyê dike û pişt re dikeve avahiyê. Ew kes piştî ku di avahiyekê de tişteke ku hêj me tespîtnekiriye dike derdikeve. Di derketinê de dîsa bi heman polîsan re hevdîtinê dike. Pişt re cihê bûyerê dûr dikeve.”   Bîrol, tespîtên ku di heman rojê de di dîmenên kamerayan de tespît kirin wiha ragihand in: “Di dîmenan de tê xuyakirin ku di kolanê de hin wesayît, polîsên biunîforma û bêunîforma hene. Dîsa ji van wesayîtan yek bê pîlaqeye û 2 polîsên biunîforma, bi polîsekî din ê bi unîforma ku di wesayîta bê pîlaqe de ye re dikevin têkiliyê. Pişt re tê dîtin ku polîs paş ve vegeriyan e wesayîtê û pişt re hemû ji wir dûr ketine.”   Bîrol, da zanîn ku bi van agahiyan dixwazin saziyên fermî têkildarî mijarê lêpirsînekê bidin dest pê kirin.    TÊKILIYA WÎ BI MIDURIYETA POLÎSAN RE ÇIYE?    Pişt re dîmen hatin nîşandan. Piştî ku dîmen hatin temaşekirin Bîrol ev pirs pirsîn: “Têkiliya vî kesî ya bi miduriyeta polîsan re çi ye? Wesayîta bi markaya Skoda a reş a bêpîleqe ku polîsê biunîforma kete ya kê ye, çima li wê derê disekine? Di wesayîtê de kesên din hebûn? Piştî ku kes kete avahiyê di 6-7 deqîqeyan de çi kiriye? Bi çi armancê ketiye hundir? Em dibînin ku dema kes dikeve avahiyê polîsên li ber derî çavdêriyê dikin. Armanca polîsan a kontrolkirina avahiyê çiye?”   ‘EM DI RÊYA XWE DE NE’   Bîrol, destnîşan kir ku ji saziyên fermî li benda daxuyaniyekê ne û wiha got: “Beriya niha jî êrişî avahiya me kirin. Me hevalên xwe windakirin û hevalên me birîndar bûn. Em ji bo ku hemû beşên civakê ji meseleyê re bi hestiyarî tevbigerin parve dikin. Em li cihê xwe û di rêya xwe de ne.”   Yek ji parêzerên OHD’ê jî Ferdî Yamar jî bi bîr xist ku HDP’ê di êrişan de gelek endamên xwe winda kirine û wiha got: “Divê demildest êriş bên bidawîkirin û HDP’ê bêyî fikarên ewlehiya can xebatên xwe bikare bi rê ve bibe. Em ji Miduriyeta Polîsa a Beyoglûyê, Miduriyeta Polîsan a Stenbolê û Wezareta Karên Hundir dipirsin. Ev her du polîs û polîsên din kî ne? Wesayîta bê pîleqe aydê kê ye û di hundirê wê de kî hebûn? Sedemê mayîna van polîsan a li pêş avahiya me çi ye? Û sedemê diyaloga van polîsan a bi wî kesî re çiye? Ev kes çima ketiye hundir armanca wan çiye? Di hundir de li yekî geriya ye an jî çûye keşfê bike. Em nizanin vî kesî di 6-7 deqîqeyan de li hundir çi kiriye. Em weke OHD dixwazin ji vir bêjin ku em ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bidin û giliyê vî kesî û kesên berpirsyar bikin.”   Piştî daxuyaniyê polîsên fermî û sivîl, li derdora avahiyê lêkolîn kirin ku kamerayên ku HDP’ê dibînin hene an nînin.