Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin! 2022-05-10 14:37:44   WAN - Naîme Ozer bal kişand ser nexweşînên dayika xwe Mekbûle û bavê xwe Hadî ku duh hatin girtin û got: “Tişta ku anîn serê dayik û bavê min îşkence ye.” Ozer got dayik û bavê wê ji ber dermankirina jinekê hatin girtin.     Li navçeya Artêmêtanê ya Wanê duh Makbûle Ozer a 80 salî û hevjînê xwe Hadî Ozer ê 79 salî hatin girtin û şandin girtîgehê. Makbûle û Hadî Ozer di sala 2018’an de bi tevî zarokên xwe ve tên binçavkirin û pişt re tên berdan. Bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” derbarê Makbûle û Hadî Ozer de doz hat vekirin.    Dadgeha herêmê bi heman îdiayê 2 sal û mehek ceza li her duyan birî. Her çiqas parêzera wan îtîrazî cezadayînê kir jî, serlêdana wê hat redkirin. Dadgehek bilindtir ceza erê kir û her kal û pîrên hevjînên hev hatin girtin û wan şandin hepsê. JI SEDÎ 55 ASTENGDAR E    Di wêneyek de tê dîtin ku Makbûle Ozer li ser gopal hatiye edliyeyê û tê xuyakirin ku bi zorê xwe li ser pêya daigire. Tevî ku rapora wê ya astengkiriyê ango nexweşiyê heye jî dîsa hat girtin û rapora wê ji sedî 55 e.    Keça wan Naîme Ozer bertek nîşanî girtina dayik û bavê xwe da. Ozer anî ziman ku dayika wê ji nebatên xwezayî dermanan çêdike û wek hekîmek xwezayî mirovan tedawî dike. Ozer anî ziman ku dayika wê ji ber ku di tîrmeha 2018’an de birîna jinekê derman kiriye hatiye binçavkirin, darizandin û girtin û dema polîsan dayik û bavê wê girtine bi çavsorî kirine. Ozer got polîsan dema cara ewil bi ser mala wan de girtiye bi çavsoriya ku wê wan hemûyan gulebaran bikin çûne bi ser malê de girtine.    'ÎŞKENCE LI JINA BIRÎNDAR KIRIN’   Ozer anî ziman ku dema polîsan bi ser mala wan de girtiye ew jina ku ji bo tedawiyê çûye cem dayika wê hêj tedawiya wê neqediyaye ji aliyê polîsan hatiye binçavkirin û polîsan îşkence li wê jinê kiriye.    'TU EXTIYARAN GIRTIN’   Ozer da zanîn ku dayik, bavê wê, xwişk û birayê wê hatine berdan û ew jina ji bo tedawiyê çûye mala wan hatiye girtin. Ozer destnîşan kir ku dayika wê nikare bi tenê li xwe binêre û li dayika wê nexweş e û nikare bi rê ve biçe jî hatiye girtin û tevî hemû îtîrazan jî dayik û bavê wê yên extiyar hatine girtin.    ‘SÛCÊ WAN KURDBÛN E’    Ozer diyar kir ku li welat edalet û hiqûq nemaye û wiha got: “Ne mimkin e ku meriv li welat behsa hiqûqê û edaletê bike. Ji heft saliyan heta heftê saliyan her kesî diavêjin zindanan. Ez dipirsim, gelo mirov du mirovên wiha extiyar dixe hepsê? Ev zilm e, îşkence ye û vê îşkenceyê li her kesî dikin. Dema mijar dibin kurd vê rewşê li wan rewa dibînin. Vê zilmê tenê ne li dayik û bavê min kirin, li hemû kesî dikin. Tenê sûcek wan heye, ji ber ku dayik û bavê min kurd in.”    ‘EM XWEZIYA XWE BI SALÊN 90’Î TÎNIN’    Ozer anî ziman ku ew hatine wî halî ku êdî xweziya xwe bi salên 90’î tînin û her tiştên giran tînin serê civakê. Ozer bi bîr xist ku ji girtîgehan her roj cenazeyên girtiyan derdikeve û dibe ku ev sibê were serê dayik û bavê wê jî. Ozer destnîşan ku ew ji vê zilmê re êdî dibêjin bes e û got: “Li navçeya Artêmêtanê çi diqewime tên bi ser mala me de digirin. Avêtin ser dawet û şîna me jî. Bila êdî ev rewş bi dawî bibe.”    MA / Adnan Bîlen