Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand 2022-05-10 13:32:40   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Alp Altinors di Doza Kobanê de axivî. Altinors, diyar kir ku gotinên şahidan hev nagirin û wiha got: “Gokalp, gotinên şahidê bi navê Mahîr û ABC123 derewand.”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 12’emîn danişîna dozê ku 21 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 6’an de li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.    Di danişînê de li gel siyasetmedarên girtî, her wiha gelek parêzer jî amade bûn. Siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Her wiha parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu û Mûrat Çepnî û  Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî di danişînê de amade bûn.    Danişîn, bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî bersivên ku ji muzekkereyên derheqê gilîkeran de hatine amadekirin, berdewam kir. Danişîn, bi xwendina rapora kesê pispor a qeydên HTS’ê yên derheqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de dom kir û agahiyên ragihandinê yên bi hejmara telefona Demîrtaş hatin parvekirin.    GILÎKER Û ŞAHID AMADE NÎNIN    Biryar hat dayîn ku guh bidin gilîker Mûrat Ozen û şahidên din. Lê belê hat destnîşankirin ku gilîker û şahid amade nînin. Piştre jî Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Alp Altinors mafê axaftinê girt.    ALTINORS: GOTINÊN ŞAHIDAN HEV NAGIRIN    Altinors têkildarî gotinên şahidê bi navê Samî Baran axivî û beşeke ji îfadeyên Baran xwend. Altinors, da zanîn ku mafê herî demokratîk ê gelê kurd bi rijandina xwînê hatiye bersivandin û wiha domand: “Lê nizanim bê ka li pişt vê mijarê cemaet heye yan kes an jî kesên din. Li pişt bûyerên Kobanê, rêxistiniya paralel a dewletê heye. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê digot; ‘hinek hêzên ku ne di bin kontrola me de hene.’ Samî Baran jî wê demê şahidiya kompasê kir. Şahid Kerem Gokalp xwe weke ‘çavdêrê pêvajoya 6-8’ê cotmehê ez im’ dida nasîn lê piştre got ku derheqê bûyeran de tiştekî nizane. Ev yek, nakokiyeke pir mezin e. Gokalp, gotinên şahidê bi navê Mahîr û yên ABC123 derewandin. Derheqê twîta HDP’ê de tu tiştek negot.”    DARAZÊ BI GOTINÊN RAZBER DIKIN    Bi domdarî Altinors ev tişt anî ziman: “Şahid ABC123 gotibû ku Yasîn Boru li ser fermanê hatiye kuştin. Lê belê Gokalp got ku fermaneke wiha nehatiye dayîn. An divê pîte bi gotinên Kerem Gokalp neyê kirin an jî bi yên şahid ABC123. Hemû MYK’a HDP’ê ya li vê dere destnîşan kirin ku ji bo qirkirina DAIŞ’ê li Kobanê jî dubare nebe bang kirine. Em dibêjin ku bangawaziya MYK’a HDP’ê ne ji bo zexta li ser civakê lê bi mebesta parastina xelkê sivîl hatiye kirin. Lê li holê îdianameyeke wisa heye ku dibêjî qey MYK’ê ev bangawazî di carekê de ji ber xwe ve kiriye. Şahidên bingehîn ên vê dosyayê jî balê dikişînin ser DAIŞ’ê. Ji bo valaderxistina îdianameyê, gotinên şahidan êdî ketine asteke nû. Gokalp, da zanîn ku derheqê civînên MYK’ê de tu agahî li ber destê wî nînin. Li gel ku agahiyên şênber di destê wî de nînin, baş e lê çawa dikare tawanbariya sûc bike? Gelo ma em li vir felsefeya Hegel nîqaş dikin? Em bi gotinên razber tên darizandin.”    Şandeya dadgehê saetek navbera da danişînê.