Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da 2022-05-10 12:38:30   RIHA - Lêpirsîna bi îdiaya “heqaret” derbarê Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê didomîne de hatibû destpêkirin, bi neşopandinê encam da.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 428’emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji Pirsûsê hat û li ber edliyeyê dest bi nobedê kir.    Ji parêzerên malbatê Serdar Tum serdana Emîne û Ferît Şenyaşar kir û axivî. Tum destnîşan kir ku ew doz û lêpirsînên derbarê malbatê de hatine destpêkirin qebûl nakin û divê daxwaza edaletê ya malbatê bicih were.    Di vê navberê de hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîna bi îdiaya “heqaretê” ya derbarê Emîne Şenyaşar de dabû destpêkirin bi biryara neşopandinê ango dozvenekirinê daye. Bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li mebûsê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.    Ji 9’ê Adara 2021’an vir ve derbarê Emîne Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne de 14 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan sê heb veguherî peyneketinê (kovuşturma) û du doz li Rihayê û dozek jî li Enqereyê tê lidarxistin. Lêpirsînek jî bi biryara dozvenekirinê encam da û 10 lêpirsînên derbarê Emîne Şenyaşar de jî berdewam dikin.