Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin 2022-05-10 11:57:44 WAN - Dayika bi navê Makbûle Ozer a 80 salî ku li Artemêtan a Wanê hate girtin. Derket holê ku ji bo cezayê Ozer veguherînin cezayê “Hefsa malê” serlêdan hatiye kirin lê belê ev serlêdan hatiye redkirin.    Dayika bi navê Makbûle Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 79 salî ku li navçeya Artemêtan a Wanê dijîn, di 24’ê tîrmeha sala 2018’an di encama serdegirtina malê ya polîsan de tevî zarokên xwe hatin binçavkirin. Di encama lêpirsîna derheqê Makbûle û Hadî Ozer de, bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” doz hate vekirin. Cezayê 2 sal û mehek ku dadgeha herêmê dabû Makbûle û Hadî Ozer ji hêla dadgeha bilind ve hate erêkirin û hatin girtin.    Hat zanîn ku piştî cezayê li Makbûle û Hadî Ozer hatiye birîn, parêzera wan Dîlan Kunt Ayan di 15’ê nîsanê de ji bo ku cezayê Makbûle Ozer veguherînin “Hepsa malê”, serî li Dadgeriya Înfazê ya Wanê da lê belê dadgeriyê bi sedema “şert û mercên qanûnî çênebûne” ev serlêdan red kiriye.    Di serlêdanê de Kunt diyar kir ku cezayê 2 sal û mehekê yê girtîgehê ku li miwekîla wê Makbûle Ozer hatiye birîn, di 23’yê sibata 2022’yan de hatiye erêkirin lê miwekîla wê ji sedî 52 astengdar e. Di daxwaznameya xwe de Kunt ev tişt anî ziman: “Miwekîla min 80 salî ye û ji sedî 52 jî astengdar e. Nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Bi zarokên xwe re dijî û ew sexbêra miwekîla min dikin. Mayîna wê ya li girtîgehê dê xizmetê ji tu armancên qanûnên înfazê re neke. Ev yek dê bike ku miwekîla min êdî nekare yek pêdiviya xwe ya rojane jî bi cih bîne. Lewma dixwazim ku miwekîla min cezayê xwe li malê derbas bike.”    SERLÊDAN HATE REDKIRIN   Dadgeriya Înfazê ya Wanê jî serlêdana parêzer Kunt nirxand û bi îdiaya “şert û mercên qanûnî çênebûne” serlêdan red kir.