Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye? 2022-05-10 11:17:37 STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku kêliya ku kesek li avahiyê HDP'ê nebûye, kesek di bin kontrola polîsan de ketiye hundirê avahiya wan û got: "Em difikirin ku ev plansaziya sûîkestê ye". Hat zanîn ku kesekî nasnameya wî nediyar şeva 1'ê Gulanê kêliya ku kesek li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê nebûye, kesek ketiye avahiyê. Têkildarî mijarê em bi Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu re axivîn. Encu diyar kir ku piştî wan li qeydên kamerayan nihêriye bi vê rewşê hesiyan e. Encu derbarê mijarê de wiha got: "Ev kes şeva 1'ê Gulanê dora saet 04:30'an dikeve avahiyê bajêr. Li ber derê avahiyê jî du polîsên sivîl hene. Li ser van her du polîsan êlekên polîsan heye û kesê ku ketiye avahî ji di bin kontrola polîsan de vê yekê pêk tîne. Ji ber ku kesê dikeve avahiyê di dîmenan de tê dîtin ku ji polîsan pirsa 'gelo ev der e' dike."     'BI POLÎSAN RE DIAXIVE'   Encu destnîşan kir ku kesê ku ketiye hundir çawa derî vekiriye nayê dîtin û ev kes nêzî 7 deqeyan di hundir de maye. Encû da zanin ku ev kes ji avahiyê bajêr derdikeve û diçe cem her du polîsan û wiha got: "Ev kes dema ku ji avahiya derdikeve diçe cem polêsan û 2 deqeyan bi wan re sohbet dike. Piştre ji wir dûr dikeve û diçe".    PLANA SÛÎKASTÊ   Encu da zanîn ku ew difikirin ku ew kes polîs e û wiha got: "Bi qasî me ji dîmenan fam kiriye ku di ber wî kesî de demançe heye. Ev kes kî ye, bi kîjan armancê ketiya avahiyê me, derî çawa vekir, em nizanin lê belê em texmîn dikin ku ev kes ji bo planekî sûîkestê ketiye hundir. Ji ber ku ev kes bi çek e û bi polîsan re diyaloga wî heye. Di dîmenan de tê derxistin ku ev kes polîsan nas dike."