Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin 2022-05-10 10:47:23 ŞIRNEX/MÊRDÎN - Li bajarokê Erebana Hezexê leşkeran bi ser avahiya HDP’ê de girtin û hevserokê partiyê û kurê wî binçav kirin. Li Dêrikê jî 7 kes hatin binçavkirin.    Li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexa Şirnexê leşkeran serê sibehê avêtin ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarok. Piştî lêgerîna li avahiyê partiyê leşkeran bi ser mala Hevseroka Rêxistina Bajarok Muzeyyen Înan de jî girtin. Leşkeran Înan û kurê wê Osman Înan kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.    DÊRIK   Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Serdegirtina di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ku derbarê pîrozbahiya Newrozê ya di 20’ê adarê de li navçeyê hatiye pîrozkirin bi îdiaya “porapaganda rêxistinê” hatiye kirin. Di serdegirtina malan de Bahriye Dolcek, Sukriye Guven, Ayten Denîz, Sultan Kaya, Azad Pilsin, Hêjan Pilsin û Kadîr Înce hatin binçavkirin û polîsan ew birin Midûriyeta Polîsan a Dêrikê.