RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû 2022-05-10 10:25:49   AMED -  Emrê RAYBUS’a ku çend roj berê ji bo xizmeta di navbera Amed-Êlihê de ji hêla qeyûmê Şaredariya Êlihê Hulusî Şahîn ve hatibû vekirin zêde dirêj nebû û piştî sê rojên xizmetê, xera bû.    Rêya Hesin a Dewletê ku bi salan bû digot dê di navbera Êlih-Amedê de RAYBUS bikeve meriyetê. Di 6’ê gulanê de bi beşdariya Waliyê Êlihê û qeyûm Hulusî Şahîn û parlamenterê AKP’ê yê Êlihê Zîver Ozdemîr ve hate vekirin. Lê belê emrê projeyê zêde dirêj nebû û 3 roj piştre xerab bû. Trên, xwedî 4 vagonan e û bi kapasîteya 262 rêwiyan e. Rojê du caran tê û diçe. Hat zanîn ku RAYBÛS xera bûye.    Li ÊLihê welatiyên ku xwestin di saetên serê sibehê de li RAYBUS’ê siwar bibin, dîtin ku trên xera bûye û sedema wê ji rayedaran pirsîn. Li ser vê yekê rayedaran da zanîn ku klîma û hinek alavên teknîkî xerab bûne û li benda parçeyên ku dê ji Meletiyê bên.    Rayedaran da zanîn ku heta trên were çêkirin dê trêna berê bikeve xizmeta welatiyan.