Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker 2022-05-10 09:03:45 WAN - Siyasetmedar Mesûd Ebdulxaliq diyar kir ku Tirkiye li cîhanê ketiye weziyeta dewleteke dagirker û got:"Helwest û piştgiriya PDK'ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistanê ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Li Herêma Kurdistanê nivîskar, rojnamevan û akademîsyen jî di nav de 34 rewşenbîran li dijî êrişan û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re di 19'ê nîsanê de danezanek belav kirin. Ji îmzevanên danezanê siyasetmedar Mesûd Ebdulxaliq operasyona Tirkiyeyê ya li herêmê nirxand.    ‘DÊ TIRKIYE BI SER NEKEVE'   Ebdulxaliq destnîşan kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan eynî wekî ya Seddam e û Tirkiye bi salan e li hemberî PKK'ê operasyonan li dar dixe, lê heya niha tu carî bi ser neketiye. Ebdulxaliq wiha axivî: "Sedema neserketina wê jî, PKK bi bîrdozî û baweriya xwe tevahiya kurdan temsîl dike. Em tim dibêjin, meseleya kurdî bi şer çareser nabe. Meseleya kurdî divê bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Bila Tirkiye ji bîr neke; Seddam bi salan zilm li kurdan kir, lê cîhanê dawiya wî dît. Lewma kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, divê polîtîkayên li gor çareseriyeke demokratîk pêk bînin. Tevgerên xwedî têkoşîna gerîlayan tu carî nayên qedandin. Lewma dê ev operasyon jî bi ser nekeve."    ‘TIRKIYE DI WEZIYETA DEWLETEKE DAGIRKER DE YE'   Ebdulxaliq, bi lêv kir ku Tirkiye ji ber êrişên xwe yên li hemberî PKK'ê di nava dewletên cîhanê de ketiye weziyeta dewleteke dagirker û wiha got: "PDK'ya ku daxilî nava operasyonê bûye jî zirarê dide destkeftiyên kurdan. Ev operasyon tenê dê zirarê bide Tirkiyeyê. Qada hewayî ya Iraqê binpê dike. Ji ber hindê gelek dewlet bertekê nîşan didin. Tirkiye ji ber vê li bara dewletên cîhanê wekî hêzeke dagirker tê dîtin. Tirkiye ji roja ava bûye heya niha dixwaze kurdan qir bike. Niha jî tenê ne PKK'ê dixwaze tevahiya kurdan qir bike. PDK û malbata Barzanî bi alîkariya xwe piştgiriya vê qirkirinê dikin. Ji ber vê li ber çavê kurdan tu qîmeta PDK'ê nemaye."    ‘HELWESTA PDK'Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Ebdulxaliq destnîşan kir ku piştgiriya PDK'ê ya ji bo Tirkiyeyê nayê qebûlkirin û ev bang li kurdan kir: "Heya niha rêvebiriya Kurdistana Federe têkildarî binpêkirina sînor a ji aliyê Tirkiyeyê ve tu daxuyanî nedaye. Ji lew re PDK ji ber ku dizane li ber çavê kurdan tu qîmeta wê nemaye û esas nayê girtin, bi awayekîs ergirtî piştgiriya Tirkiyeyê dike. Ger PDK li ber Tirkiyeyê rabe dê cîhan hemû vê rewşê baştir bibîne, lê mixabin PDK tiştekî wiha nake. Kurd jî divê vê yekê baş bibînin û ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin."