Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin 2022-05-10 09:03:36 AMED - Li Sûrê avahiyên tescîlkirî yên ku 6 sal in "restorekirina" wan nehatiye temamkirin bûne cihê xizînegeran. 7 kesên ku pêşmalka "Anka Înşaatê" li xwe kirine, gava li maleke tescîlkirî li xizîneyê geriyane xwediyê malê bi wan hesiyaye.  Li navçeya Sûr a Amedê ku di nava Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye, piştî qedexeya derketina derve ya di 2015'an de hatibû îlankirin 6 taxên wê hatibûn xerakirin. Li van taxan 334 jê avahiyên tescîlkirî herî kêm 3 hezar û 569 avahî hatibûn xerakirin. Li şûna van avahiyan, xaniyên dişibin wekî girtîgehên tîpa F û S'yê hatibûn çêkirin. Ji bo avahiyên tescîlkirî yên mayî jî xebata "restorekirinê" hatibû destpêkirin. Lê restorasyon zêdetirî 6 sal in didome. Di dema vê xebata restorasyonê de heya niha gelek kevirên xaniyan jî hatine dizîn. Ji van keviran hin jê hatine firotin û hin jê jî di avahiyên derî navçeyê de hatine bikaranîn.    Ji xeynî diziya keviran di demên dawî de ev avahiyên tescîlkirî bûne hedefa xizînegeran jî. Hin kesên nenas ku kincên xebatkarên şantiyeyê li xwe dikin, derdora xaniyan bi sac û brandayan digirin û li hundurê xaniyan li xizîneyan digerin. Ji van kesên ku ji xwe re ewraqên sexte çêkirine hin jê di 29'ê Nîsanê de gava li Taxa Cemal Yilmazê li xizîneyê geriyane hatine dîtin.    Xwediyê xanî Haci Kartal (52) dîtiye ku 7 kesên ku pêşmalkên "Anka Înşaatê" li xwe kirine û çek bi wan re hebûne, derdora xaniyê wî yê duqatî bi brandayan girtine û di hundurê xanî de li xizîneyan geriyane. Gava Kartal bi wan dihese, gazî polîsan kiriye û bi vê re kesên ku hewşa xênî bi qasî 3 metreyan kolandine amûrên xwe yên kolandinê li wir hiştine û reviyane.    Kartal, tiştên dîtine ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin.    NOBEDA XANIYÊ XWE DIGIRE   Kartal got: "Di 29'ê Nîsanê de min go ka herim li xaniyê xwe binerim. Gava çûm, min dît derdora xaniyê min bi brandayan hatiye dorpêçkirin û hin kes tê de dixebitin. Min ji wan pirsî 'Hûn çi dikin?' Gotin, 'Em dixebitin.' Min ji wan re got, 'Ev naşibe xebatê. Ez xwediyê xênî me.' Em pev ketin. Li ser wan kincên 'Anka Înşaatê' hebûn. Yekî ji min re got, ew karmend e. Min jî telefonî polîsan kir. Gava min telefon kir, reviyan."    Kartal, anî ziman ku kesên reviyane bivir û bêrên xwe li hewşa xênî hiştine û piştî ku wî gilî kiriye polîs hatine li cihê bûyerê dewsa tiliyan girtine û wiha got: "Berê jî jêrzemîna me kolandibûn. Odeyên me yên din jî kolandibûn."   Kartal, destnîşan kir ku 7 sal in xaniyê wan nehatiye çêkirin, mexdûr in û wiha axivî: "Em dixwazin kesên van deran dikolin bên zevtkirin. Divê em nobeda xanî bigirin. Her carê an paceyek an jî jêrzemînek tê klandin. Em li bendê ne demildest xaniyê me bê çêkirin."    MA / Mujdat Can