Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake 2022-05-09 19:42:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku tevî hemû hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî hikûmeta Kazimî û PDK li pey dek û dolabên nû ye û got: “Niha jî PDK hewl dide şandeyek bi navê Şengalê û xwepêşenderan bişîne Bexdayê. Ev şande ne nûnertiya civak û saziyên Şengalê dike ne jî nûnertiya xwepêşenderan dike. Em şandeyeke bi vî awayî nas nakin.”   Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî aloziyên li Şengalê, provakasyonên PDK’ê û hikûmeta Kazimî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya de Rêveberiya Xweser de îşaret bi hewldanên kûrkirina aloziya li Şengalê ya hikûmeta Mistefa Kazimî û PDK’ê kir.   Rêveberiya Xweser da zanîn ku tevî hemû hewldanên wan ên çareseriyê û diyalogê jî hîn hikûmeta Kazimî li pey lîstokên nû ye û got: “Li Şengalê piştî ku di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê bi fermana hikûmeta Kazimî bi ser Asayîşa Êzidxanê ya Dîgurê girt, rewşeke aloz peyda bû. Ev rewş di 2’yê Gulanê de veguherî êrîşeke berfireh a artêşa hikumeta Kazimî ya bi tank û topan. Ji bo rewşa şer a li Şengalê kûr nebe û belav nebe di serî de Rêveberiya Xweser a Şengalê, hin aliyên siyasî yên Iraqê jî hewl dan deriyê diyalog û hevdîtinan car din vebin. Me berê jî got û niha jî dibêjin ev şer ne di berjewendiya Iraqê û Şengalê de ye.”   Rêvebiriya Xweser destnîşan kir ku di encama hewldanên wan ên diyalogê de şer rawestiyaye, lê alozî hîn jî li herêmê berdewam e û got: “Ji 2’yê Gulanê ve şer û pevçûn sekiniye û hewldanên siyasî û civakî berdewam in ji bo ku ev pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Gelê Şengalê jî ev çend roj in li ser piyan e û daxwaz dikin ku artêşa Iraqê ji nav gund û bajaran derkeve, dest ji polîtîkayên şer berde. Em jî li gel daxwaza gele xwe ne. Lazim e rê li ber zext, gef û êrîşên li ser Şengalê werin girtin û îradeya Şengalê were naskirin.”   Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku hevdîtinên wan ên li gel alî û saziyên cuda yên Iraqê berdewam in û ev zanyarî hatin dayîn: “Wekî raya giştî jî dizane, bi alî û saziyên cûda yên Iraqê re diyalog û hevdîtin berdewam dikin û em dixwazin çareseriyeke bingehîn ji bo Şengalê peyda bikin. Lê ruxmê ev sekin û helwesta me jî di serî de PDK û hikumeta Kazimî dest ji polîtîkayên li dijî Şengalê bernadin. Li şûna ku bi nûner û saziyên Şengalê re hevdîtin bike û civaka Êzidî muxatab bibîne, hikumeta Kazimî car din berê xwe daye PDK’ê û dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê berdewam bikin.”   Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêkên çareser bikin, lê PDK jî her hewl dide aloziyên li Şengalê kur bike û got: “Em dixwazin vê jî destnîşan bikin ku piştî di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldan destpêkir, PDK’ê ji aliyekî ve hewl da ku şer bide berdewamkirin, ji aliyekî ve jî dest bi propagandaya reş û şerê taybet kir. Destpêkê xwest bi agahiyên derew gelê me ji şengalê bide koçberkirin, piştî ku ev plana PDK’ê têk çû vê carê di nav gel de dest bi provokasyonan kir. Û niha jî bi hevdîtinên bi vî rengî û lîstikên siyasî provokasyonên xwe berdewam dike.   Di destpêkê de civaka Êzidî, em dixwazin ji raya giştî re ragihînin, amadekarî tê kirin ku heyetek li ser navê Şengalê û civaka Êzidî li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re hevdîtin bikin. Ev heyet ji aliye Qaîd Ameliyatê Mûsilê û PDK’ê ve hatiye amadekirin û zehfê kesên di vê heyete de endam û alîgirên PDK’ê ne. Niha dixwazin vê heyetê li ser navê civaka Êzidî û Şengalê bidin naskirin. Ev lîstikeke nû ya PDK’ê ye ku bi alîkariya Qaîd Ameliyatê Mûsilê dixwazin cardin bimeşînin. Ev heyet di heman demê de xwe wekî nûnerê çalakgerên Şengalê jî dide naskirin lê çalakgerên ku pêşengiya van çalakiyên medenî dikin bi daxuyaniyekê ragihandin ku ev heyet wan temsil nake û nikare li ser navê wan biçe hevdîtinê.”   Rêveberiya Xweser şandina şandeyek ji Şengalê jî wekî parçeyeke peymana 9’ê Cotmehê hesibandiye û bertek nîşanî vê da: “Em ji hemû civaka êzidî û raya giştî re radigihînin ku ev lîstika nû ya PDK’ê berdewama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Tiştê ku bi êrîşên leşkeri û şerê taybet bidest nexistin niha jî dixwazin bi lîstikên siyasî pêk bînin. Em ji raya giştî re dibêjin ku em vê hevdîtina ku dixwazin li ser navê Şengalê bikin bi tu awayî nas nakin.”   Rêveberiya Xweser bang li Hikûmeta Kazimî kir û niyeta xwe ya çareseriyê dûbare kir: “Em bang li hikumeta Kazimî re jî dikin. Ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin lazim e helwesteke samîmî û zelal hebe. Lîstikên bi vî rengî zemîna diyalog û çareseriyê xurt nake lê jahrî dike. Eger niyetek wan a çareseriyê hebe lazim e dest ji van dek o dolaban berdin, civaka Êzidî muxatab bigirin û îradeya Şengalê nas bikin. Bi lîstikên bi vî rengî rewşa Şengalê aram nabe, pirsgirêk çaraser nabin.”   Di dawiya daxuyaniyê de bang li xelkê Şengalê jî hat kirin û wiha hat gotin: “Em bang li hemû gelen Şengalê jî dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Lazim e rê û destûr nedin ku tu kes û alî li ser navê wan hevdîtinên bi vî rengî bikin. Ji ber ku em baş dizanin, kesên bi vî rengî berjewendiyên Şengalê nafikirin, malbatî û eşîrî ne.”