Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî 2022-05-09 18:59:45   MELETÎ - Rêxistina HDP'ê ya Meletiyê starta çalakiyên ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî yên ku dê li bajêr bên lidarxistin, da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û starta çalakiyên ji bo cejnê yên ku dê li bajêr bên lidarxistin da. Civîn li avahiya HDP'ê ya Meletiyê hat lidarxistin û di dema civînê de bi dowîzan nivîsa “Zimanê kurdî bila bibe zimanê fermî” hat çêkirin.    Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Îzzet Karadag di civînê de axivî. Karadag, bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û polîtîkaya bişavtinê û got: "Li hemberî kurdî polîtîkayeke bişavtinê ya mezin heye. Bi ser de em bi xwe jî oto-bişavtinê dikin. Em li mal bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin û bi kurdî nanivîsînin. Divê em bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsînin û bi kurdî bijîn. Divê em li hemberî hemû bişavtinan bisekinin. Parastina ziman û çanda me peywira me ye."    Endamê Desteya Rêvebir a Rêvebiriya Rêxistina HDP'ê ya Meletiyê Ebûbekîr Çeleb jî têkildarî Cejna Zimanê Kurdî de hin salox dan û got, dê roja yekşemê têkildarî Cejna Zimanê Kurdî de gotûbêjek bê lidarxistin û her kesî vexwand gotûbêjê.