Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne 2022-05-08 17:26:40   MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê ku bi boneya Roja Dayikan hatin gel hev, bertek nîşanî êrişên AKP’ê bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanên dane destpêkirin dan û ev bang li Barzanî kir: “Vî şerê qirêj rawestîne.”   Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER), Tevgerê Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) li Parka Ozgur Çocukê li hev civiyan. Jinên ku civiyan bê navber dirûşmên “Ji şer re na demildest aştî”, “Jin Jiyan azadî” berz kirin. Jinên ku pankarta “Dema dema şikandina tecrîdê û azadkirina jinan e” vekirin dowizên “Bimre xiyanet” , “Hûn ê me qir bikin xwelî li serê we be” û “Bijî berxwedana dayikan” hilgirtin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û rêveberên bajar û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn.   Ji Dayikên Aştiyê yên Edenê Şemsê Bagdû ku bi pîrozkirina Roja Dayikan dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Em weke dayikên aştiyê îro li vir in. Em ji televîzyonan têmaşe dikin. Di şerê ku li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye de bi sedan cenazeyên leşkeran tînin Tirkiyeyê. Leşker jî, gerîlla jî zarokên me ne. Ez vê rojê diyarî hemû dayikên dilê wan şewitiye dikim. Îro dilê me dişewite, bila ev şerê qirêj bi dawî bibe.  Êdî bes e."   Girse pişt re bi dirûşm û tilîliyan ji Parka Ozgur Çocûkê ber bi Rêxistina HDP’a Bajêr ve meşiya.      Li avahiya Rêxistina HDP’a Bajêr, piştî  sînevîzyona ku bi mijara çalakiyên Dayikên Aştiyê hat pêşandan dengbêjan jî stranên xwe pêşkêş kirin.