Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin 2022-05-08 16:40:33   STENBOL - Hiqûqnasên ku têkildarî Doza Kobanê û Doza Geziyê ya bi cezayan encam girt daxuyanî dan, diyar kirin ku bi van dozan ji gelên kurd û Tirkiyeyê re peyamek hate dayîn û wiha gotin: “Em ji vir careke din dixwazin diyar bikin ku peyama ku desthilat bi van darizandinan û cezayên giran hewl dide bide me me wernegirtiye û em ê negirin.”   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî tiştên di Doza Kobanê de hatin jiyîn û cezayên di Doza Geziyê de li kesên hatin darizandin hatin birîn li oteleke li Taksîmê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Oya Ersoy, Hevserokên Şaxa OHD’ê yên Stenbolê Esra Erîn û Gurkan Îsteklî, parêzerên Doza Kobanê û nûnerên rêxistinên hiqûqê beşdarî civînê bûn.    Yek ji parêzerê Doza Kobanê, endamê Meclîsa HDP’ê Atîlla Bahçivan dozên kumpasê yên dîroka Tirkiyeyê de qewimîne bi bîr xistin û wiha got: “Gelê kurd şahidê zindî yên dozên kumpasa ne. Dozên Kobanê û Geziyê di hin rewşan de dişibin hev. Di doza Geziyê de derket holê ku yek ji endamên dadgehê namzetê wekîltiyê yê AKP'ê ye û ceza li hevalên me hate birîn.”   ‘DADGERÎ AMÛRA DESTHILATDARIYÊ YE’   Ji Koma Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê parêzer Ozgur Urfa jî wiha got: “Pratîka dadgeriyê ya Tirkiyeyê, têkiliya siyaset û dadgeriyê bi hev ve girêdayî ne. Dadgerî amûra desthilatdariyê ye. Li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku siyaseta mûxalîf weke sûc bê kirin. Me di Dozên Gezî, Kobanê û doza girtina HDP’ê de ev dîtin. Siyaseta tê kirin maf e, divê mirov bibêje siyaseta bi rêya aştiyane tê kirin nikare were kirîmînalîze kirin.”   Endamê Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê Mûstafa Sogutlu jî diyar kir ku bermayiyên faşîzmê di Doza Gezî û Kobanê de hêj dijîn û bi lêv kir ku wê şopdarên dozan bibin û di nav piştevaniyê de bin.    ‘ESAS DOZA KOBANÊ YA RAST EM Ê LI WAN VEKIN’   Pişt re parlamentera HDP’ê Oya Ersoy jî wiha axivî: “Doza Kobanê ya rast hêj nehatiye vekirin, em ê wê vekin. Em ê kesên derî li DAIŞ’ê vekirin, bi milyonan kes derxistin kolanan hêzên paramîlîter birin ser wan derxînin holê û bibin pêşberî darazê. Wê demê ew dê bibe Doza Kobanê ya rast. Li vî welatî tu caran daraz ne serbixwe bû lê tu caran nebû amûrek. Em ê destûr nedin ku ev welat bi dîktatoriyê were bi rêvebirin. Kesên alîgirên wekhevî û azadiyê divê piştgiriya vê dozê bikin.”   ‘EM NE MECBÛR IN KOMEDIYÊ TEMAŞE BIKIN’   Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû jî xwest ku piştevanî were mezinkirin û wiha got: “Daraz bûye amûrek. Em ne mecbûr in vê komediyê temaşe bikin.” Kerestecîoglû, destnîşan kir ku ev doz dozên kumpasê ne û bang piştevaniyê li rêxistinên hiqûqê kirin. Kerestecîoglû têkildarî Doza Geziyê de jî wiha axivî: “Ji bo Tirkiyeke demokratîk û azadtir divê em bi hev re têbikoşin.”   ‘DAXWAZÊN GELAN TÊN DARIZANDIN’   Gurkan Îsteklî jî diyar kir ku tişta li Doza Kobanê tê darizandin daxwazên gelê kurd in û destnîşan kir ku ji gelê kurd tol tê hilanîn û bi Doza Geziyê jî daxwaza azadî, edalet û wekheviyê ya gelên Tirkiyeyê tê darizandin. Îsteklî, da zanîn ku wê şopdarên pêvajoya dozan bin û wiha got: “Em ji vir careke din dixwazin diyar bikin ku peyama ku desthilat bi van darizandinan û cezayên giran hewl dide bide me me wernegirtiye û em ê negirin.”   Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.