Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin 2022-05-08 15:20:37   AMED - Li Dêra Sûrp Gîragos ku di dema qedexeyên derketina derve yên navçeya Sûrê de hatibû texrîbkirin, piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin.    Li Dêra Sûrp Giragos a ermenan ku di dema qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû texrîbkirin, piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin.    Piştî ku Dêra Surp Grigos gelek hatibû texrîpkirin, ji ayînan re hatibû girtin. Beriya salekê kar û barên restorasyonê qediyan û dêra ku di Rojhilata Navîn de ya herî mezin a ermenan e îro dest bi ayina xwe kir. Ji Amed, Tirkiyeyê û derveyî welat gelek mêvan tev li ayîna ku Patrîkê Ermenan ê Tirkiyeyê Sahak Maşalyan bi rê ve bir bûn. Di ayînê de lawje hatin xwendin, find hatin hilkirin û dûa hatin kirin. Di dawiya ayînê de kesên ku waftîz nebûbûn hatin waftîzkirin.    ‘INSAN BI HESKIRINÊ DIBÊ MIROV’   Patrîkê Ermenan ê Tirkiyeyê Sahak Maşalyan piştî ayînê bi ermenkî axaftinek kir. Piştî axaftinê bi tirkî domand û xêrhatina mêvanan kir. Maşalyan, destnîşan kir ku bi vekirin û amadekirina dêrê ew kêliyeke dîrokî dijîn. Maşalyan, bal kişand ser jiyana ermenên berê yên li Amedê û wiha got: “Berê li Amedê gelek ermen hebûn û mixabin derfetê jiyanê nedîtin û koç kirin. Xweda wek afirîner karê xwe kir mirovan afirand. Lê em bi kirinên xwe karê xwe nakin û ji mirovahiyê derdikevin. Eger mirov ji hev hez bike û hembêz bikê dê karibe xwe li hember xweda bide qaneh kirin. Ji ber wê mirovbûn dê bi hezkirinê pêk bê.”   WAFTÎZ Û NANÊ BI ŞERAB   Piştî axaftinan bi gotina îlahiyan ayîn dom kir û ji kesên kû di çêkirina dêrê de alîkarî kirine re rozet hatine dayîn. Yên waftîz nebûbûn bi bangkirina pêşiyê Qada Waftîzê hatin waftîzkirin û nanê bi şerabê re hatiye şilkirin li kesên waftîz bûn re hat belavkirin. Ayîn piştî waftîzan bi xwendina duayan bi dawî bû.