Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin 2022-05-08 14:28:40   WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û OHD’ê ku êrişa li ser HDP’ê weke darbeya li demokrasî û li siyaseta demokratîk û xerabiya li gelên Tirkiyeyê hatiye kirin penase kirin, bang li hemû beşên civakê kirin ku xwedî li aştî, demokrasî û mafên mirovan derkevin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) hewldana provokasyonê ya polîsan a li dijî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başarabn hatibûn kirin bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar şermezar kirin. Platform û OHD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku hiqûq, demokrasî û mafên mirovan ên ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasal ên li welat pêwîstin tune hatine hesibandin.    Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrişên ku demekî dirêje li ser HDP’ê tên kirin bi hewldana provokasyoneke mezin a 2’yê Gulanê de derketiye asteke din û ev tişt hatin gotin: “Malbatên li Amedê nobetê digirin bi polîsan re hatine ber deriyê Navenda Giştî ya HDP’ê û xwestin çelenk danîn ber deriyê wê. Piştî danîna çelenkê polîsan avahî dorpêç kirin û hewldan provokasyonekê bikin. Tevî provokasyonê jî endamên HDP’ê, parêzerên wê û rêveberên wê yên bi hestiyarî tevgeriyan hatin binçavkirin û rastî êrişê hatin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Êlihê rastî gefa polîsekî hat.” Di daxuyaniyê de hate xwestin ku derbarê polîsê gef li Başaran xwarin û hêzên tarî yên pişt wî de lêpirsîna edlî û îdarî were destpêkirin.    BANG LI HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ KIRIN   Di daxuyaniyê de hate gotin ku gefa ku polîsan xwariye li kesekî an partiyekî nehatiye kirin li dijî vîna gelên Tirkiyeyê hatiye kirin û wiha hat gotin: “Divê rêveberên Tirkiyeyê hurmetê nîşanî mafên bingehîn ên mirovan û nirxên demokratîk ên bi Destûra Bingehîn re hatine ewlekirin bidin, erkên xwe yên destûra bingehîn bi cih bînin û mafê rêxistinbûyîna siyasî ku yek ji pîvanên bingehîn ên mafên mirovan û azadiyan e, asteng nekin. Ji bo vê jî em zexta darazê ya li ser endam, rêveber û xebatkarên wê, her wiha hewldan, gef û êrîşên fizîkî yên qeyûman weke darbeya li dijî demokrasî û siyaseta demokratîk û xirabiyeke ku li gelên Tirkiyê hatiye kirin dibînin. Weke Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Wanê, em van êrîş û gefên li dijî HDP’ê û wekîla gel hatine kirin qebûl nakin û bang li hemû beşên civakî dikin ku xwedî li aştî, demokrasî û mafên mirovan derkevin.”   DAXUYANIYA HEVPAR   Di daxuyaniya hevpar de navê saziyên ku îmzeya wan hene wiha ne; “Baroya Wanê, Şaxa OHD’ê ya Wanê, Şaxa Egîtîm Sen’a Wanê, ÇEVDER, Şaxa SES'ê ya Wanê, Şaxa Yapi Yol’ê ya Wanê, Şaxa TUMBEL-SEN a Wanê, Şaxa TARIM ORKAN a Wanê, Şaxa BES’a Wanê, Şaxa HABER SEN’ê ya Wanê, Nûnertiya Wanê ya BTS’ê, Nûnertiya Wanê ya DÎVES'ê, Nûnertiya ESM'ê ya Wanê, Nûnertiya Sendîkaya Çand û Hunerê ya Wanê, Komeleya Jinan a Star, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Wanê, Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Wanê, Odeya Tabîban a Colemêrgê û Wanê, Tevgera Jinên Azad, Nûnertiya TİHV'a Wanê, Şaxa DÎSK-Emeklî Senê ya Wanê, Komeleya Lêkolînê ya Koçê ya Serhatê, Şaxa DÎSK Genel Îş’ê Wanê, Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Wanê, Odeya Ajokar û Otomobîlvanan a Wanê, Kooperatîfa Nakliyatê ya Navenda Bajêr a Wanê, Komeleya Otobusên Gel, Rêxistina EMEP a Wanê, Platforma Jinan a Wanê, Rêxistinên HDP’ê yên Bajar û Navçeyan, Rêxistinên DBP'ê yên Bajar û Navçeyan, Komeleya Lêkolîna Ziman a Arsîsa, MEBYA DER, TUHAY-DER, BASK-DER, Komeleya Huner û Çandê ya Aryen, Komeleya Baweriyên Olî”