Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin 2022-05-08 11:41:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya ji bo PKK ji “lîsteya rêxistinên qedexekirî” bê derxistin hatiye destpêkirin de li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin.    Komîteya Kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî ragihand ku ji bo derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 100 hezar îmze komkirine û dixwazin bigihînin milyonek îmze. Herwiha ragihand ku wê di dema pêş de konferans û civînên berfireh li ser mijarê lidar bixin.   Hezar û sê navên navnetewî ku li 30 welatan bi banga Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya Ji Bo Kurdan hatin gelhev, di 13’ê Kanûna 2021’an de tev li kampanyaya “Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin” bûn. Bi kampanyaya li Ewropa, Amerîka, Kanada û Avûstralyayê tê birêvirin, komkirina 4 milyon îmzeyan tê armanckirin. Îmza, wê li Konseya Ewropayê û Amerîkayê pêşkeşî saziyên mafên mirovan bê kirin. Piştgiriya kampanyaya hatiye destpêkirin, mezin dibe. Li gorî nûçeyê Rojnewsê; di çarçoveya kampanyaya li Herêma Kurdistana Federe tê birêvebirin de 100 hezar îmze hatin komkirin.    Di vê çarçoveyê de heman kampanya roja 29’ê Çileya 2022’yan bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran li Başûrê Kurdistanê jî hat destpêkirin û didome. Yek ji endamê Komîteya Kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî Mihemed Emîn Pênciwênî ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku heta niha kampanya gelek baş berdewam dike û xelk bi germî pêşwazî lê dike.   ARMANC KOMKIRINA MILYONEK ÎMZEYAN E   Mihemed Emîn Pênciwênî destnîşan kir ku ji bo derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 100 hezar îmze komkirine, dixwazin bigihînin milyonek îmze û got: “Em ê piştre pêşkêşî dadgeha navneteweyî ya Lahî ya li Holanda, Dadgeha Strasbûrgê ya li Fransa û çend sazî û rêxistinên din ên cîhanê ku peywendiya van bi vê mijarê re hene bikin. Herwiha di dema pêş de emê konferans û civînên berfireh  li ser mijarê lidar bixin.”