Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve 2022-05-08 09:09:43   WAN - Rojnamevan Omer Hujebrî, diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê bi ser bikeve û got, her kes divê li dijî van êrişan li dor Paradîgamaya Neteweya Demokratîk bibe yek.     Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ên di 17 Nîsanê de li hemberî herêmên Herêma Kurdistana Federe didomin. Bertek û çalakiyên li hemberî van êrişan jî didomin.   Rojnamevan Omer Hujebrî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê axivî û got, kurd divê li dijî polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê li dor Paradîgmaya Neteweya Demokratîk bibin xelek.    PDK TÊ BIKARANÎN   Hujebrî, anî ziman ku operasyona hatiye destpêkirin pir berfireh bûye û Tirkiye dixwaze gelê kurd jî wekî ermeniyan qir bike. Hujebrî, bilêv kir ku Tirkiye vê yekê bi destê PDK'ê dike û got: "Ev şer ji bo tunekirina kurdan û gelên Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin. Dîroka vî şerî, di roja salvegera Qirkirina Ermeniyan de hat destpêkirin. Dixwazin kurdan jî wekî ermeniyan qir bikin. Dewleta tirk destkeftiyên kurdan ên li Başûr, Rojava û perçeyên din qebûl nake. Bi salan e li Başûrê Kurdistanê pergaleke federaliyê heye. Lê niha em dibînin ku dewleta tirk PDK'ê bi kar tîne û dixwaze Kurdistanê bike mêtingeha xwe."    ‘XEYALÊN ERDOGAN'   Hujebrî, diyar kir ku polîtîkaya derve ya Tirkiyey bi temamî li ser asasê tunekirina kurdan didome û got: "Tirkiye dîplomasiya ku kurdên Rojavayê dikin dibîne. Lewma rabû Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê dagir kir. Niha jî êrişê dibe ser Qadên Parastina Medyayê. Tirkiye bi van êrişên xwe dixwaze kurdan qir bike. Armanca van operasyonan jî ev e. Em dizanin xeyaleke Erdogan heye; dixwaze desthilata xwe bidomîne û xeyala xwe ya osmanîtiyê pêk bîne. Em dizanin astengiya herî mezin a li ber vê xeyala Erdogan jî PKK ye. Erdogan li Tirkiyeyê xwe wekî pêşengekî karîzmatîk û wekî Ataturk nîşanî derdora netewperest dide. Di dema Ataturk de kurd hatin qirkirin û netew-dewletek hat avakirin. Tişta ku niha Erdogan dixwaze bike jî bi qirkirina kurdan osmaniyeke nû ava bike. Lê PKK'ya ku li dijî vê ferasetê li her çapr perçeyên Kurdistanê xwe birêxistin kiriye, ji bo xeyala Erdogan meseleyele mezin e. Lewma Erdogan, partiyên wekî PDK'ê bi kar tîne û dixwaze xeyalên xwe pêk bîne."    ‘BI HEV RE NE'   Hujebrî, bilêv kir ku PDK ji salên 90'î heya niha bi awayekî veşarî alîkariya Tirkiyeyê dike, lê di êrişên dawî de êdî bi aşkere dike. Hujebrî anî ziman ku PDK rasterast li gel Tirkiyeyê bi PKK'ê re şer dike. Hujebrî got: "Par operasyona Garê bi hev re kirin, lê PDK ser vê girt. Lê niha em pê dihesin ku di oeprasyona Garê de PDK'ê di warê îstixbaratê, agahiyan û lojîstîkê de aliyê Tirkiyeyê kiriye. Lê îsal jî di şerê li hemberî PKK'ê de bi temamî bi Tirkiyeyê re ye. Di pevçûnên di navbera eskerên tirk û PKK'ê de pêşmerge jî hene. Armanca PDK'ê tunekirina PKK'ê ye û xurtkirina hêza xwe ya eşîrtiyê ye."    ‘BILA PDK DEV JI POLÎTÎKAYA XWE YA BÊBEXTIYÊ BERDE'   Hujebrî bilêv kir ku PDK êdî divê dev ji polîtîkaya xwe ya bêbextiyê berde û got, dê Tirkiye di vê operasyonê de jî bi ser nekeve.   Hujebrî di dawiya axaftina xwe de got: "Ger ne ji polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê be dê Tirkiye tu carî di van operasyonan de bi ser nekeve. Di dîrokê de çawa ku ne Îskender û ne jî Moxolan nikaribû kurdan bişikîne, dewleta tirk jî dê nikaribe wan bişikîne. Ger PDK vê polîtîkaya xwe ya bêbextiyê bidomîne, dê li bara kurdan tu qîmeta wê nemîne û xwe biqedîne. Kurd hemû divê vî tiştî bibînin û vê şaşiya PDK'ê li nav çavê wê bixin. Li dijî van hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan, bang li kurdan dikim ku kurd divê li dijî van êrişan li dor Paradîgamaya Neteweya Demokratîk bibe yek."     MA /  Hakan Yalçin