Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin 2022-05-08 09:06:35   AMED - Mûharrem Guneş ku di Girtîgeha Bandirma ya Jimare 2'yan de ye, 6 meh di ser berdana wî re derbas bûye, lê bi hinceta "4 caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn" înfaza wî hatiye şewitandin.    Mûharrem Guneş ku di Girtîgeha Bandirma ya Jimare 2'yan de ye, di ser berdana wî re 6 meh derbas bûne lê bi hinceta "4 caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn" înfaza wî hatiye şewitandin. Diviyabû Guneş 9 sal û 9 mehan di girtîgehê de bimana, lê bi şewitandina înfazê re dê 13 sal cezayê lê hatiye birîn bi temamî di girtîgehê de bimîne.    Guneş, di sala 2010'an de li Bismilê bi îfadeya şahidekî nepen hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Çendî şahid li dadgehê gotiye gefa mirinê lê hatiye xwarin ku îfadeyeke wiha bê dayîn, lê dîsa jî Guneş nehatiye berdan. Guneş ku gava hatiye girtin 16 salî bûye, piştî 18 salên xwe temam kiriye dadgehê 13 sal ceza lê biriye.    ÎNFAZA WÎ HAT ŞEWITANDIN   Guneş ku cezayê wî li Dadgeha Bilind hatiye pesendkirin, di ser înfaza wî re 6 meha borî ne, lê nehatiye berdan. Ji ber 4 cezayê hucreyê lê hatine birîn, înfaza wî hatiye şewitandin.    Bav Giyaseddîn Guneş anî ziman ku kurê wî wê demê li Komeleya Çand û Hunerê ya Bismilê dixebitî û gelek caran hatiye binçavkirin. Guneş got: "Gava kurê min hat girtin 16 salî bû. Çawa bû 18 dadgehê bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' 13 sal ceza lê birî. Ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê ew sewqî Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê kirin. Li odeyê kamera hebû. Ji bo rakirina kamerayê daxwazname daye îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê, lê cardin kamera nehatiye rakirin. Kurê min jî bi hinceta mafê jiyana wî ya taybet hatiye binpêkirin kamera şikandiye û ji ber vê 6 meh ceza lê hatiye birîn."    Bav Guneş, bilêv kir ku 6 meh in cezayê kurê wî qediyaye lê dîsa jî nehatiye berdab û got: "Ji ber grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 4 caran cezayê hucreyê li kurê min hatiye birîn. Niha ji ber van cezayên hucreyê înfaza wî hatiey şewitandin. Lêgerîna tazî, jimariya li ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin. Girtî jî ji ber ku li ber vana radibin cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Girtiyên 30 sal in girtî ne û divê bên berdan ji ber ku ferzkirina poşmanîtiyê qebûl nakin nayên berdan. Em jî van pêkanînan qebûl nakin."    MA / Mehmet Guleş