Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand 2022-05-08 09:01:59   AMED - Li Amedê ji aliyê qeyûm ve navê cadeya Şengalê hat guherandin. Welatiyên malên wan li ser cadeyê ne bertek nîşanî guhertina nav dan û armanca vê guhertinê asîmilekirina kurdan e.    Li bajarên bakurê Kurdistanê navê tax, kolan û cadeyan aliyê qeyûman ve tên guherandin. Ji roja qeyûm hatine tayînkirin heta îro bi mudaxile, qedexe û astengiyên navê kurdî û daxistina tabelayên kurdî û guhertina navê kurdî ji rojevê neketine. Herî dawî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, li navçeya Rezana Amedê navê Cadeya Şengalê guherand û navê “Mola Guranî” lê cadeyê kir.    Di sala 2014’an de piştî ku DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê û komkujiya êzdiyan pêk hatibû. Ji ber vê yekê jî Şaredariya HDP’ê ya wê demê ji bo bîranîna navê Şengalê li cadeyê kiribû.    Di van rojên ku artêşa Iraqê êrişî dibe ser Şengalê de, qeyûmê Amedê navê cadeya Şengalê rakir û navê “Mola Gurani” lê kir. Welatiyên malê wan li ser cadeyê nerazîbûn nîşanî guhertina navê Şengalê dan.    Welatiyan anî ziman ku qeyûm dixwaze vîna gelê navçeyê tune bihesibîne û navê mamosteyê hikumranê Osmaniyan Mola Guranî li cadeyê kiriye.    ‘ARMANC ASÎMILEKIRIN E’    Welatiyê bi navê Serdar Demîr mala wî li ser cadeyê ye bertek nîşanî guhertina navê Şengalê da û got: “Qeyûm li gorî siyaseta xwe navê cadeyê guherand. Armanca qeyûm ew e ku gelê kurd asîmîle bike.”    JI BERÊ VE HETA NIHA NAVAN DIGUHERÎNIN   Welatiyê bi navê Mehmet Elî Akman jî bi bîr xist ku piştî avakirina komara Tirkiyeyê li bakurê Kurdistanê navê kolanan û cadeyan hatiye guherandin. Akman destnîşan kir ku dewlet ji berê ve heta niha di asîmîlekirina kurdan de israr dike û ew li ber vê armanca qeyûman û rayedarên dewletê heyirî dimînin.