Li Amedê pêşangeha Ben û Senê 2022-05-07 20:25:33     AMED –  DÎFAK’e ji bo Ben û Sen a dîrokî pêşangehek wêneyan li dar xist.   Komeleya Hunera Wêneyan a Amedê (DÎFAK), ji bo taxa dîrokî Ben û Sen a navçeya navendî ya Yenîşehîr a Amedê bi wêneyên 5 wênegiran pêşangehek li dar xist. Di vê pêşangeha ji bo bîra Ben û Senê de wêneyên Aylîn Kizil, Ensar Ozdemir, Refîk Tekîn û Turkan Kiliç Pinarê hatin nîşandan. Gelek Rojnameger tevli pêşangehê bûn. Wênegir ewilî li ser pêşangehê axivîn. Wênegiran bal kişandin ser Ben û Sen a dîrokî ya di bin navê "veguherandina bajêr" de tê xerakirin û gotin, armanca wan a bi wêneyan ew e ku Ben û Senê wekî belge nîşan bidin.    Piştî axaftinan belgefîlma ku li ser Ben û Senê hatiye çêkirin hat nîşandan. Paşê kesên li belgefîlmê temaşe kirin yeko yeko li wêneyên di pêşangehê de nerîn.