'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye 2022-05-07 18:12:25 AMED- Koma şanoyê Yekta-Hêvî dê îşev li Amedê bi lîstika "Tu Ne Gara Yî" derkeve pêşberî şanohezan. Koma şanoyê Yekta-Hêvî piştî demeke dirêj îşev dê li Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika "Tu Ne Gara Yî" derkeve pêşberî şanohezan. Derhênerê listikê Nazim Hîkmet Çalişkan, destnîşan kir ku ev lîstik li gor ruhê demê hatiye hilbijartin û wiha got: "Li Kurdistanê û li her derê şer tên meşandin û ev lîstik li hemberî şer e, antîmîlîtarîst e. Wisa dixuyê ku lîstik dê xîtabî demên pêşiya me jî bike."    BANGAWAZÎ   Çalişkan da zanîn ku lîstika wan dê li hêwana Şanoya Bajêr a Amedê bilîze got: "Em wekî kom dê atolyeyên xwe pêk bînîn û em dixwazin endamên nû tevlî komê bikin. Em bang li gel dikin ku bila bi rexne û nêrînên xwe hêzê bidin me da ku em jî bi rêya şanoyê xwe bigihînin rêçikên çanda xwe û rastiya xwe."   MIJARA LÎSTIKÊ   Lîstika bi navê "Tu ne Gara yî" ya Azîz Nesîn, hin aliyên lehengî û îronî di xwe de dihewîne û van aliyan li desthilatên sedsala bîstemîn bar dike. Di rastiyê de haya Gara ji şer, aliyê siyasî û civakî tune ye û di vî warî de ne sergihiştî ye. Li ser gotegotan wekî lehengekî tê danasîn û li cihê jê dayik bûye ango li Yuntaburê peykerê wî tê çêkirin. Sîyasetmedarên wê demê jî lehengiya Gara ya bêbingeh bi kar tînin û dibin rêveber. Gara, ji keştiya şer a noqî avê bûyî rizgar dibe û diçe Yuntaburê û çavê wî bi peykerê wî dikeve. Rantxwuriya siyasetmedarên ku bi saya lehengiya Gara bûne desthilatdar, bi vegera Gara re aşkere dibe. Ji bo ku gel bi rastiyê nehese jî, nasnameyeke cuda didin Gara. Lê Gara vê yekê red dike û dibe qurbaniyê desthilatdariyê. Bi Gara re her wiha “rastî” jî tê kuştin.