Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye 2022-05-07 15:10:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji fermandarên Asayîşa Êzidxanê Xalid Xidir anî ziman ku tevahiya yekîneyên ku artêşa Iraqê şandibûn Şengalê ji bajêr xwe venekişandine û wiha got: “Divê gelê me li hemberî vê yekê baldar be.”   Hêzên artêşa Iraqê di êvara 1’ê Gulanê de bi hêzeke mezin êrişî Şengalê kir. Piştî berxwedana hêzên parastinê yên Şengalê û civaka êzdî, neçar man ku êrişan bidin sekinandin. Yek ji Fermandarên Asayîşa Êzdîxanê Xalid Xidir têkildarî rewşa dawî ya li Şengalê de bi Rojnewsê re axivî û diyar kir ku hemû yekîneyên Iraqê xwe ji Şengalê venekişandine.    Xalid Xidir diyar kir ku tu ferqa êrişên hikûmeta Kazimî ji yên DAIŞ’ê nînin û wiha domand: “Ji ber ku hevkarê dewleta tirk û PDK’ê ye. Tevî hewldanên me yên ji bo pêşîlêgirtina şer jî nesekinin û bûn sedema şehadet, birîndarî û koçberiyan. Divê artêşa Iraqê daxwazên gelê Şengalê rast fêm bike û neyê lîstikan. Divê nekeve nava hewldanên tunekirinê lê bo xurtkirina hêzên Êzidxane bibe alîkar.”   ‘EM Ê XAKA XWE BIPARÊZIN’   Bi domdarî Xidir anî ziman ku hikûmeta Iraqê daxwazên gel nepejirandine û wiha pê de çû: “Divê gelê me bizane ku hikûmeta Kazimî rêyekî çareseriyê peyda nekiriye. Hêj jî hinek hêzên wan li nava gund û bajar hene. Ev yek şaş e û divê hêzên leşkerî ji gundan derkevin. Parastina sînor û xaka Iraqê erka hemû hêzan e. Erka wan ne êrişên li ser Şengalê ye. Em hêzên Êzidxanê ne û girêdayî Meclisa Xweser a Şengalê ne. Em ji bo parastina gelê xwe hene û dê ji vir û şûnde jî biparêzin.”    BANG LI GEL KIR   Herî dawî jî Xalid ev tişt destnîşan kir: “Hêza me ji bo xaka Şengalê û Iraqê bi sedan şehîd dan. Ger ne ji hêzên me bûya niha DAIŞ’ê xwe li vir dîsa bi cih kiribûya û artêşa Iraqê nedikariya gava xwe biavêje vê derê. Em zarokên vê civakê ne û ji bo ku êdî civaka me rastî fermanan neyê em ê her tim biparêzin. Kî êrişî civaka me bike, weke Asayîşa Êzidxanê em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên civaka xwe biparêzin. Hejmareke zêde ya hêzên artêşa Iraqê li Şengalê ye û hêj daxwazên gelê me qebûl nekirine. Divê gelê me li dijî vê planê baldar be. Divê civaka me baş bizane ku heke êriş çêbibe em ê heta dawiyê parastina xak û baweriya xwe bikin.”