Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e 2022-05-07 12:48:12   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna edaletê didomîne wiha got: “Rêveberiya xerab felaket e. Tevî her tiştî jî em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 425’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ji berk u dawiya hefteyê ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobedê berdewam kirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Em wek welat di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Rêveberiya xerab felaket e. Em wek welatiyên vî welatî bi fikar in. Tevî her tiştî jî heta ku daxwaza me ya hiqûqî bicih were, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”