Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê 2022-05-07 12:01:48 ENQERE - Ji wê koma ku polîsan ew biribû ber avahiya Navenda HDP’ê wêneyê du kesan bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu re derketin holê.    Di 5’ê gulanê de bi pêşengiya polîsan ango Midûriyeta Polîsan a Enqereyê komek ji sê kesan dihat û xwedîgiravî zarokên xwe ji HDP’ê dixwazin, birin ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Ev sê kes û polîsan xwest li ber avahiya HDP’ê provokasyonan bikin. Polîs û van her sê kesan îdia dikin ku HDP’ê zarokên wan şandine çiyê. Polîsan û her sê kesan xwest meseleyê sor bikin û gotinan li rêveber û parlamenterên HDP’ê kirin. Polîsan bi gotinên nexweş û êrişên fizîkî li dijî parlamenter û rêveberên HDP’ê pêk anîn.    Ji vê koma ji sê kesan pêk tê ku xwe wek “Malbatên Diyarbekirê” didin nasîn wêneyê Suleyman Aydin û Celîl Begdaş ên li ber HDP’ê provokasyonan kirin, bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu re derketin holê. Wêne li ser medya dîjîtal hat belavkirin û bû cihê nerazîbûnê.    Beriya niha jî wêneyên Soylu bi gelek kesên sûcdar, qatil, êrişkar, dizek re derketibûn holê. Wêneyê Suleyman Aydin û Celîl Begdaş ku bi Soylu re derketin holê, wêneyên Soylu yên ji berê ve heta roja me ya îro ku derketin holê anî bîra xelkê.