‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’ 2022-05-07 11:56:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku di êrişa sala 2014’an a DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de biryara erêkirinê ya PDK’ê hebû û wiha got: “Di bingeha êrişên ser Şengalê de polîtîkayên xiyanetê yên PDK’ê hene. Li kî derê destkeftiyeke kurdan hebe, PDK bi dijminan re êrişî wir dike.”    Di 9’ê cotmeha sala 2020’an de li ser zexta Tirkiyeyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de “Peymana Şengalê” hate îmzekirin. Civaka êzdî yên ku karîn xwe ji qirkirina DAIŞ’ê ya di 3’yê tebaxa 2014’an de rizgar bikin, ji bo parastina xwe Asayîşa Êzidxanê ava kiribûn. Bi Peymana Şengalê re hewl dan ku Asayîşa Êzidxanê baypas bikin. Piştî peymanê jî artêşa Iraqê li dijî Şengalê gelek caran kete nava hewldanan lê belê ev hewldan her carê bi saya berxwedana gel hatin sekinandin. Di nava du salên dawî de Tirkiyeyê gelek caran bi balafirên şer Şengal hedef girt û PDK û çapemeniya wê jî her carê Şengal weke hedef nîşan dan. AKP-MHP-PDK’ê di 17’ê nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke nû dan destpêkirin û bi vê êrişê re hemwext, artêşa Iraqê jî di 18’ê nîsanê de li dijî Şengal êriş da destpêkirin. Artêşa Iraqê ku ev êrişên xwe 17 rojan domandin, di encama berxwedana gel de neçar ma ku xwe paşve bikişîne. Pêla êrişê ya artêşa Iraqê hate sekinandin û bi vê yekê re plana AKP-MHP-PDK’ê jî vala derket.  Têkildarî mijarê rojnameger Mervan Ozdemîr axivî.     Rojnameger Ozdemîr diyar kir ku di bingeha planên li ser Şengalê de dîroka xiyanetê ya PDK’ê heye. Ozdemîr, bi domdarî bal kişand ser vekişîna pêşmergeyan a di dema êrişa DAIŞ’ê ya ser Şengalê de û wiha got: “Ew îxaneta ku PDK’ê wê demê kiribû tenê bi hiştina civaka êzdî ya di nava qirkirinê re bisînor nebû. Beriya ku rêzekomkujiyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn dest pê bikin, di 1’ê hezîrana sala 2014’an de dewleta tirk, partiyên baasî û hinek hêzên kûrewî li paytexta Urdunê Ummanê bi PDK’ê re civînek li dar xist. Di wê civînê de neşxeya komkujiyên DAIŞ’ê yên ku dê li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk bianiya hatibûn xêzkirin. PDK’ê ew nexşe erê kir. PDK’ê di wê civînê de civaka êzdî firot. Anku reva PDK’ê ya ji Şengalê ne çîrokeke jirêzê ya revê bû. PDK’ê beriya komkujiyê çekên civaka êzdî jê standibû. Qirkirina êzdiyan, bi agahiya PDK’ê û li ser erêkirina wê hatibû kirin.”    AVAKIRINA JIYANA NÛ   Bi domdarî Ozdemîr anî ziman ku êzdiyên ku xwe ji qirkirina DAIŞ’ê xelas kirin û vegeriyayîn Şengalê, dest bi avakirina jiyaneke nû kirin û wiha domand: “Ji bo vê jiyana nû kedekê mezin dan. Dema li Şengalê tê nihêrtin, mirov dibîne bê ka ev jiyana nû di bin şertên giran ên çawa de tê avakirin. Şengal bi du awayan di bîra kurdan cih girt. A yekemîn, xiyanet, teslîm bûn û rev. Ya duyemîn jî berxwedêrî, serhildêrî û serkeftin. Heta ku Şengal û êzdî hebin dê PDK her tim bi îxanetê bê zanîn.”    ‘SEDEMA ÊRIŞAN PROVOKASYONÊN PDK’Ê NE’   Di berdewamê de Ozdemîr diyar kir ku di navbera artêşa Iraqê û Şengalê de pirsgirêkên mezin nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê artêşa Iraqê red nake. Ev pirsgirêkên diqewimin jî ji ber provokasyonên PDK’ê rû didin. PDK Şengalê carnan dike hedefa dewleta tirk û carnan jî dike ya hikûmeta Iraqê. Xelkê êzdî neçarî kampan dikin û rêya Ewropayê nîşanî wan didin. Bi gefan nahêlin êzdiyên li derdora Duhokê vegerin Şengalê. Pirsgirêka dawî jî ji ber nûçeyên provokatîf ên PDK’ê û hikûmeta Kazimî ya bi PDK û dewleta tirk re lihevkirî derket. Ev hewldanên PDK’ê hêj jî berdewam in.”    ‘PDK POLÎTÎKAYEKE DIJKURD DIMEŞÎNE’   Herî dawî jî rojnameger Ozdemîr wiha got:“PDK, polîtîkayeke dijkurd pêş dixe. Li ku derê tevger an jî vîneke kurdan hebe, PDK her tim li dijî wan tevdigere û hewl dide bi hevkariya dijminan re wan tune bike. Li dijî Rojava bi heman rolê radibe û ambargo daniye ser. Li dijî Mexmûrê xwedî heman helwestê ye. Bi êrişa dawî re PDK’ê xwest Şengalê vala bike. Derewa ku dê operasyoneke mezin bê kirin û qirkirin bê kirin li herêmê belav kirin. Lê hem rayedarên Rêveberiya Xweser û hem jî yên artêşa Iraqê ev îdia derewandin û bi vê yekê re plana PDK’ê ya valakirina Şengalê vala derxistin. Tevî PDK’ê jî, xelkê Şengalê meclis û bihûşta xwe ava dike.”