Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir 2022-05-07 11:04:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûna li Çiyayê Cudî de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku kuştina leşkeran a li Çiyayê Cûdî plana TSK’ê ya li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê serûbin kir. Fermandarên artêşa tirk ên ku li Şirnexê bi rewşa awarte lihev civiyan, biryar dan ku li dijî çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê operasyoneke berfireh bidin destpêkirin.    Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişê kiribû. Di êrişê de hêzên Gulan û Zêrewan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), çeteyên OSO û yên Roj jî cih girtin lê tevî vê yekê jî Tirkiyeyê encamek bi dest nexist. Tirkiyeyê piştî têkçûna xwe ya li van herêman, dest bi xebatên dîplomatîk kir. Di vê çarçoveyê de di navbera Enqere-Hewlêrê de bi mehan xebatên dîplomatîk hatin kirin û di encama van hevdîtinan de jî Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de dîsa dest bi êrişeke nû kir.    Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan li Hewlêrê bi rayedarên PDK’ê re hevdîtin kirin û piştre jî trafîka hevdîtinan dest pê kir. Ev trafîka hevdîtinê bi hevdîtinên di navbera Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî re berdewam kir. Piştî hevdîtina di navbera Mesrûr Barzanî û Erdogan a li Stenbolê, di 17’ê nîsanê de bi hevkariya AKP-MHP-PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfireh hate destpêkirin.    PLANÊN WAN SERÛBIN BÛN    Êrişa dawî ya AKP-MHP-PDK’ê di asteke cuda de berdewam dike. Ji rexekî ve êrişên dijwar ên hewayî tên kirin û ji rexa din ve jî Tirkiye ji bejahî ve li ser herêmên di bin kontrola PDK’ê de êrişan dike. Bi ser êrişan re 21 roj derbas bûn lê tevî vê yekê jî heta niha tu pêşketin çênebûne. Tam di rewşeke wiha de, di 30’ê nîsanê de li Çiyayê Cûdî di navbera endamên HPG’ê û artêşa tirk de şerekî dijwar qewimî û 8 leşker hatin kuştin.     LI ŞIRNEXÊ CIVÎNA AWARTE   Artêşa tirk têkildarî pevçûna li Çiyayê Cûdî daxuyaniyek da û got ku tenê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Lê hat zanîn ku piştî vê pevçûnê, fermandarên artêşa tirk di 1’ê gulanê di bin serokatiya Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arîf Çetîn de li Şirnexê bi rengekî awarte civiya ne. Çavkaniyan diyar kir ku di civînê de çendek cerdevan jî amade bûn û şîroveyên bi vî rengî hatine kirin: “Mirina leşkeran a li Çiyayê Cûdî hevsengiyên heyî guherandin. Em li dijî Zapê operasyonê dikin lê li Cûdî derban li me dixin.” Di civîna ku nîqaşên dijwar tê de hatine kirin de kesekî di asta fermandariya TSK’ê de ev tişt anî ziman: “Heta kêleka me tên. Heta ku em hundir paqij nekin, tu wateya operasyonên li derve nîne.”    SEDEMA ‘SERDANA’ SOYLU   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî demek berê çûbû Şirnexê û ev serdan weke “Çû serdana leşkerê li Cûdî birîndar bûyî” hatibû ragihandin. Lê belê hat diyarkirin ku Soylu ji ber civîna awarte ya li Şirnexê hatiye. Soylu, di civîna ku cerdevan jî tê de amade bûn, cih negirt.    BABAT ANÎN ŞIRNEXÊ   Li gorî agahiyên ji çavkaniyan, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arîf Çetîn piştî civînê ji malbata Babat ên ji Sêgirkê bang li Hazim Babat kir ku li Enqereyê dijî. Hat zanîn ku Çetîn li gel Babat bi çendek sercerdevanan re civîn li dar xist. Di civînê de operasyona li derveyî sînor û leşkerên di pevçûna Çiyayê Cûdî de hatine kuştin nîqaş kirin. Her wiha di civînê de biryar hate dayîn ku li dijî çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê ku di navbera Şirnex û navçeya Perwarî ya Sêrtê de dimîne, operasyoneke leşkerî ya berfireh bê destpêkirin.    RABÛRDIYA BABAT A BI ÇETÎN RE   Çetîn, di sala 1993’yan de li Fermandariya Parartêşa Asayîşa Cendirmeyan a Amdedê de serpeltî, di sala 1999’an de li Fermandariya Liq a Sînor a Cendirmeyan a Şirnexê de mîralayî, di navbera salên 2007-2009’an de fermdariya 22’yemîn Taktîk Sînor ê Cendirmeyan a Sêgirkê kir. Çetîn, bi operasyonên ku li gel Hazim Babat li herêmê hatine kirin ve tê naskirin. Piştî hevdîtina darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, Hazim Babat derheqê Çetîn de wiha gotibû: “Me bi hev re hema hema her hefteyê li Besta, Gabar û Cûdî operasyon kirin.”    LI SÊGIRKÊ CIVÎNA ‘OPERASYONÊ’   Piştî vê civînê, Hazim Babat di 3’yê gulanê de çû Sêgirkê û bi sercerdevanên Qilebanê re civîna “operasyonê” li dar xist. Hat zanîn ku di civînê de Babat ji sercerdevanan re got ku bila ferman ji cerdevanan re bê şandin ku beşdarî operasyonê bibin. Her wiha yên tev li nebin jî bila bi awayekî bên qanehkirin. Piştî civînê jî sercerdevanan fermana operayonê daye cerdevanan.    NAVÊ ‘KOÇERAN’ LI CERDEVANAN KIRIN   Li gorî agahiyan, bi “operasyona” li dijî Cûdî û Gabarê re cerdevan ji bo birîna daran hatine peywirdarkirin. Cerdevanên ku weke “çawişên pispor” beşdarî êrişa li dijî Metînayê hatine kirin jî bi peywira di bi navê “Koçeriyê” de berhevkirina agahiyên “îstîxbarî” hatine peywirdarkirin.