Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e 2022-05-07 10:00:58 ŞIRNEX - Dayika Mehmet û Orhan Tunç ên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatin kuştin diyar kir ku ew her sal Roja Dayikan bi xemginî pêşwazî dike û got: "Di vê rojê de ji me re diyariya herî bi wate aştî ye." Li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê  bi salan e şer, pêvçûn û girtin bênavber berdewam dikin. Ên ku herî zêde ji vî şerî bi awayekê neyînî bandor dibin jî bêgûman jin-dayik û zarok in. Dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, winda bûne, hatine kuştin an jî hatine girtin her tim çavê wan li rê ye û bendewariya wan bidawîkirina şer e. Edeleta ku di kûrahiya çavên dayikên Kurdistanê de winda ye, her tim deriyê wê ji dayikan re girtî ye. Lê belê tevî hemû neyiniyan jî yê ku berxwedana edeletê û daxwaza aştiyê dikin jî dayikên bidilşewat ên Kurdistanê ne.    BÊ ZAROKÊN XWE VÊ ROJÊ PÊŞWAZÎ DIKE   Yek ji van dayikan jî dayika Esmer Tunç e. Esmer Tunç a ku di sala 1965'an de li mezraya Akît a bi ser gundê Cifanê yê Şirnexê ve dayik dibe, di 16 saliya xwe de tê zewicandin. Esmer Tunç a ku 9 zarokên wê çêdibin ji ber ku gundê wan tê valakirin di sala 1993'yan de ji neçarî li gel 9 zarokên xwe li navçeya Cizîrê bi cih dibe. Yek ji keça wê jî ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dide. Di qedexeyên derketina derve yên di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de hatin ragihandin û ku 79 rojan berdewam kir, 177 kes di "jêrzemînên wehşetê" de bi giştî 288 kes hatin kuştin. Di nav van de 2 zarokên Esmer Tunç jî hebûn. Ev jî Mehmet û Orhan Tunç bûn. Mehmet Tunç Hevserokê Mala Gel a Cizîrê bû. Dayika ku dilê wê bi êş e bi salan e her rojên şahî û xweşî bi xemgînî pêşwazî dike. Esmer Tunç dê îsal jî Roja Dayikan bêyî zarokên xwe pêşwazî dike.   Esmer Tunç a ku bi salan e li bendê ye ku hesab ji kujerên zarokên xwe bipirse tenê daxwaza wê ew e ku aştî pêk bê û şer bisekine. Esmer Tunç dibêje bi rasthatina Roja Dayikan daxwaza wê edalet û aştî ye.    ROJA DAYIKAN BI XEMGÎNÎ PÊŞWAZÎ DIKE    Tunç bal kişand ser şerê navxweyî ango birakujiyê û wiha axivî: “Kurd ne ji şer re, ji aştiyê re xizmetê dikin. Tenê daxwaziya me dayikan ew e ku ev şere bê sekinandin. Hêviya me ew e ku xwedê dawî li vê zilmê bîne. Ev 7 sal li ser şehîdkirina herdû zarokên min re derbas bû. Lê weke ku duh hatibin qetilkirin. Ev tu caran ji bîra me naçin. Em li ser wan kul û xeman jî êş dikêşin. Gelek dayikên weke min hene. Roja dayikan e lê em xemgîn in. Em hêvî dikin ku bibe wesîleya xweşiyê. Ev hovîtî û birakujiya ku pêk tê bi dawî bibe. Em dayikên dilşewat naxwazin ku bira birayê xwe bikuje. Mesut Barzanî îro xwe firotiye dewleta tirkan. Ji ber ku xwe firotiye jî nikare xwe ji destê wan rizgar bike. Me digot, 'Barzanî pêşengê me ye, birayê me ye, ruhê me ye û canê me ye' me nedizanî ku wê vê xayîntiyê bike. Me digot em bireyê hev in lê ew bi neyarên kurdan re tevdigere. Me nedizanî ku ew ê xiyanetê li me bike. Ez bang li Mesud û Nêçîrvan Barzanî dikim; bes e vê xiyanetê nekin. Bila nebe sedema ku bira bibe neyarê birayê xwe."   'PÊWÎSTÎ BI AŞTIYA GELÊ KURD HEYE’    Tunç anî ziman ku di vê pêvajoyê de roleke gelek girîng dikeve ser milê dayikan û divê dayikên kurd li hemberî xiyanetê û şerê xwekujiyê rabin û vê bangê kir: "Em dixwazin ku gelê kurd di nava xwe de aştiyê pêk bîne. Em aştiya gelê kurd dixwazin. Li Kurdistanê dayikên dilşewitî û yê ne dilşewitî hemûyan zordestî bi çavê xwe dîtine. Ez Roja Dayikan di serî de li hemû dayikên dilşewat û tevahiya dayikan pîroz dikim. Em aştiyê dixwazin. Di vê rojê de diyariya herî bi wate aştî ye. Wê ji me re diyariya herî xweşik bibe wekhevî û aştî. Em giriyan û me bi çavên xwe jî têra xwe zilm dit, lê bila dayikên din nebînin. Divê ku dayik li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin û rabin ser pêyan. Divê tişta ku ji destê dayikan tê bikin. Di vê pêvajoyê de tişta ku herî pêwîst berxwedana dayikan e. Ji ber wê jî çiqas ji destê dayikan bê divê ku li ber xwe bidin.”    MA / Zeynep Dûrgût