Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin 2022-05-06 15:50:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi mebesta şermezarkirina êrişa li dijî HDP’ê, li gelek bajaran hate protestokirin û wiha hat gotin: “Em ê bi mezinkirina berxwedana xwe re bersiva herî xurt bidin van êrişan.”    Bi mebesta şermezarkirina êriş û provokasyona polîsan a li dijî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gefa kuştinê ya li Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.    Di vê çarçoveyê de li Enqere, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Qers, Şirnexê daxuyanî hatin dayîn û êriş, gef û provokasyonên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, Platformên Ked û Demokrasiyê yên gelek bajaran, endam û rêveberên OHD, ÎHD, KESK, CHP, EMEP, TÎP, TOP, Çepa Kesk, ESP û Halkevleriyê, parlamenterên HDP’ê û gelek welatî amade bûn.    Di çalakiyan de “Parastin dê serî netewîne”, “Dê zext nikarin me têk bibin”, “HDP gel e û kes nikare vîna gel têk bibe”, “Em HDP’ê diparêzin”, “Dê bi vîn û têkoşîna jinan re faşîzm bê têkbirin”,  “Zext, binçavkirin û girtin nikarin bi têk bibin” û “HDP bi tenê nîne” hatibûn vekirin û çalakvanan dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin”,  ““Biji berxwedana HDP”, "Jin, jiyan, azadi”, “Bijî HDP” , “HDP gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.    HER KU TENGAV DIBE ÊRIŞ DIKE   Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku organîzasyona li pêşiya HDP’ê, ji hêla Wezîrê Karên Hundir ve bi mebesta provokasyonê hatiye kirin û bi gefa li dijî Başaran re jî vîna bi milyonan kesan hedef hatiye girtin. Her wiha hat gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her ku li hundir û derve tengav dibe, êriş û provokasyonên xwe zêdetir dike. Çalakvanan da zanîn ku dê bi mezinkirina berxwedanê re bersiva herî xurt bibin êrişan.