Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê 2022-05-06 14:42:13   STENBOL - Malbata Ferhan Yilmaz ku di encama îşkenceya gardiyanan li Girtîgeha Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da, li pêş girtîgehê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin û xwestin faîlan derxînin holê.    Malbata Ferhan Yilmaz ê di encama îşkenceya gardiyanan li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê hate qetilkirin, ji bo bertekê nîşanî zelalnekirina cînayetê bidin li pêş girtîgehê çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Di çalakiyê de dowizên wêneyên ku dema Yilmaz di lênerîna awarte ya nexweşxaneyê de bû hatibûn kişandin û darbesta bi xwîn hatin hilgirtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum piştgirî da çalakiyê.    Gulum a ewilî di çalakiyê de xebitî, diyar kir ku di bûyera îşkenceyê ya Yilmaz jiyana xwe ji dest dayî de binpêkirinên mafan ên cidî qewimîne. Gulum, destnîşan kir ku Yilmaz hatiye qetilkirin, gelek girtî jî rastî îşkence û mûameleya xerab hatine û wiha got: “Wê hesaba vê neyê pirsîn? Wê berpirsyar neyên cezakirin? Wê komkujiyên li girtîgehan pêk tên bi dawî nabin? Wê ev îşkence û zilm heta kengî bidome? Malbata dibêje ‘me zarokê xwe winda kir bila malbatên din zarokên xwe winda nekin.’”   MALÊN KOMKUJIYÊ    Gulum, bi lêv kir ku pey komkujî, îşkence û zextên li girtîgehan pêk tên bernadin û wiha berdewam kir: “Girtî ber bi întîharê ve tên dehfdan. Mûameleya nebaş a her roj, girtiyan ber bi întîharê ve tên dehfdan. Ji Wezareta Dadê û rayedaran tu deng dernakeve. Dema hate pirsîn jî dibêjin tiştek nîne. Heke tiştek nebe Yilmaz çawa mir? Heke tiştek nebe, girtî çawa rakirine beşa lênêrîna lezgîn? Heke tiştek nebe girtî çima sirgunî girtîgehên cuda cuda hatin kirin? Em bersiva van pirsan dixwazin. Bila girtîgeh ji malên komkujiyê bên derxistin.”   Birayê Yilmaz, Hîkmet Yilmaz jî diyar kir ku Yilmaz di girtîgehê de ji aliyê “çeteyan” ve hatiye qetilkirin û wiha got: “Tevî vê yekê di lêpirsînê de tu pêşketin tune ne. Birayê min çû lê bila tiştek bi girtiyên din neyê. Em ê ji bo vê têbikoşin. Birayê min teqez bi îşkenceyê hate kuştin. Li hevalên wî yên din jî îşkence hate kirin. Pişt re sewqî hin girtîgehên din hatin kirin. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirin dibêjin ‘kurê we ne di encama qeyrana dil de, di encama îşkenceyê hatiye kuştin’.” Yilmaz, xwest dîmenên têkildarî îşkenceyê bên derxistin.    ÊLIH    Malbata Ferhan Yilmaz ê di encama îşkenceya gardiyanan li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê hate qetilkirin, têkildarî tiştên qewimîn de li Parka Ataturk a Batmanê daxuyanî da. Malbata Yilmaz, nûnerên HDP’ê, CHP’ê, Gelecek’ê û DEVA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Kesên tev li daxuyaniyê bûn wêneyên Yilmaz ên li nexweşxaneyê hatibûn kişandin hilgirtin. Li ser wêneyan nivîsa “Ji bo Ferhan Yilmaz edalet, bêdeng nemîne” cih girt.    Bav Mehmet Yilmaz ê ewilî di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Lawê min ji aliyê girtîgehê ve hate kuştin, gardiyanan ew kuşt. Ez bang li rayedaran dikim, kê kuştî be, bila cezayê xwe bikişîne. Vê bûyerê zelal bikin.” Xwişka Yilmaz, Cevriye Yilmaz jî diyar kir ku dema li wêneyê birayê xwe dinêre kesekî ku qeyrana dil derbas kiriye xuya nake û wiha got: “Em dixwazin kesên ev êş bi me da kişandin bên cezakirin.”   Yek ji parêzerê Baroya Êlihê Kemal Uner jî diyar kir ku li cem malbatê ne, ji aliyê hiqûqî çi pêwîst bibe wê bikin û wiha got: “Di holê de mirineke gelek biguman heye. Divê Dozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê lêpirsîneke zû û bibandor bide dest pê kirin.”